Kampanyaya piştgiriyê ya ji bo Yol TV’yê didome

Ji bo ku Yol TV neyê bêdengkirin kampanyaya bi taga #yoltvicin a li ser tevna civakî hatî desptêkirin didome.

Yol Tv, piştî  ‘qedexeya weşanê’ ya RTUK’ê ya  sala 2016’an  li ser peykê weşana xwe didomîne û piştî pirsgirêkên madî dijî kampanyaya alîkariyê da destpêkirin. Xebatkarên Yol Tv di çarçoveya kampanyayê de ji bo temaşevanên xwe banga alîkariyê kirin û li dijî operasyonên bêdengkirinê ya desthilatdariyê peyama ‘Ger ne Havuz Tv de bî nikarî reklam bigrî, dibêjin hûn nikarin alîkarî bigrin. Em alîkariyê ji gelê xwe digrin’ da.

JI BO ALÎKARIYÊ

Temaşevanên ku dixwazin bibin alîkar dikarin li ser hesabê Yol Tv Patreon (https://www.patreon.com/yoltv) destekê bidin.  Li reqemên li ser malpera înternetê ya kampanyayê her kes dixwaze çiqas alîkarî bide. Di çarçoveya kampanyayê de li ser tevna civakî parvekirin li ser taga #yoltvicin tên kirin.