Kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî’ li seranserê Bolîvyayê belav bû

Kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî’ li seranserê Bolîvyayê belav bû

Li bajarê Cochabamba a Bolîvyayê Partiya Tevgera Rast a Sosyalîzmê (MAD)  kongreya xwe pêk anîn û biryara belavkirina kampanyaya Ji bo Ocalan Azadî da.

Kongreya ku nêzî 700 delegeyên ciwan û ji 36 nasnameyên cuda bûn tevli bûn di navbera 28-30’ê Adarê de pêk hat. Organîzsyona Kongreyê alên PKK û KCK’ê li salonê daliqandin û piştevaniya xwe ya ji bo têkoşîna azadiya kurd anîn ziman.

Kongreya ku li bajarê Cochabamba pêk hat û axaftina vekirinê Wezîrê Navxweyî Carlos Romero hate kirin.

Peyamên gelek partî û rêxitsinan hatin xwendin û rojnamger û civaknasê kurd Mehmet Alî Dogan  jî telvî kongreyê bû û axaftinek kir.

Dogan pradîgmaya Ocalan bi sernavan vegot û diyar kir ku pergala Ocalan û ya Amerîkaya Latîn û Bolîvayayê dişibin hev.

Serokê Kongreyê, cigirê giştî yê MAS’ê Cocepcîon Ortîz diyar kir ku tevlibûna ciwanên Bolîvyayê ya ji bo kampanyaya ‘Ji bo Ocalan azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî’ gelek girsîng e û bang li hemû ciwanan kir ku xwedî li kampanyayê derkevin.

Di kongreyê de 800 îmze hatin komkirin û  hate diyar kirin ku ji vir  şûnde hemû îmzeyên bên berhevkirin dê di mîhrîcana ciwanan a 12’ê Tebaxê ya Bolîvyayê de teslîmê heyeta kurdan bikin.