Kampanyaya boykotkirina tûrîzma Tirkan
Dewleta Tirk ji bo sala 2018’an veberhênanên girîng li tûrîzmê dike. Li ser tora medyaya civakî ji bo boykotkirina turîzma Tirkan kampanya hate destpêkirin.
Dewleta Tirk ji bo sala 2018’an veberhênanên girîng li tûrîzmê dike. Li ser tora medyaya civakî ji bo boykotkirina turîzma Tirkan kampanya hate destpêkirin.
Afîşên ji bo boykotkirina tûrîzma Tirkan li ser tora medyaya civakî belav dibe. Ev kampanya li ser twîtterê bi hashtaga ‘#BoycottTurkey’ tê kirin. Di heman demê de li ser afîşan nivîsên ‘Êdî bes e ji dîktatoriyê re’ ‘û ‘Stop Erdogan’ jî cih digire. Bi vî awayî tê xwestin ku kesên dixwazin ji bo tûrîzmê biçin Tirkiyeyê careke din bifikirin.
Di hin parvekirinan de tê diyarkirin ku, ‘Pereyê ku hûn ê di tûrîzmê de bidin, ew ê here ji şer re.’
Tûrîzm yek ji hatina girîng a Tirkiyeyê ye. Di salên dawîn de ji ber krîza bi Rûsyayê re tûrîzmê derbeke mezin xwaribû. Lê piştî ku her du welat nêzî hev bûn, rêya dagirkeriya li ser Efrînê jî vebû.
Bi bêdengiya desthilatdarên welatên rojava li Efrînê bi sedan kesên sivîl hatin qetilkirin, li navenda bajêr û bajarok û gundên mal û kargeh û sazî hatin talankirin.
Dewleta Tirk di vê salê de li benda bi milyonan tûrîstan e. Li gorî daxuyaniyên rayedarên Tirkiyeyê ew îsal ji bo Antalyayê li benda hejmareke zêde ya tûrîstan in. Di warê pratîk de ew ê ev tişt çawa be, hê ne diyar e. Li gorî daneyên Wezareta Çand û Tûrîzmê di du mehên pêşîn de 3 milyon tûrîst hatine. Di mehên Çile û Sibatê de jî herî zêde ji Îranê tûrîst hatine.