Kampanya YXK û IL rastî eleqeyeke mezin tê
Kampanya YXK û IL rastî eleqeyeke mezin tê
Kampanya YXK û IL rastî eleqeyeke mezin tê
Di çarçoveya kampanya hevpar a rewşenbîrên Elman û YXK'ê de, ji YPG û YPJ'ê re alîkariya pere ya ji 50 hezar Euro hat komkirin. Kampanya ji aliyê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) û Çep a Interventionist (IL) ve bi dirûşma "Eger ne em bin kî? Ne niha be kengî?" Di 28'ê Cotmehê de li paytexta Elmanya Berlînê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hatibû destpêkirin.
Bi armanca piştgirîdayîna YPG û YPJ'ê yên ji Kobanê heta Şengalê li Rojava û Başûrê Kurdistanê li hemberî barbariya DAIŞ'ê li ber xwe didin û xwedîderketina li Şoreşa Rojava, zêdeyî 90 nivîskar, zanyar, hunermend, sazî û kesên ji beşên cuda yên civakê bang kirin û li ser vê yekê kampanyayê destpê kir. Hejmara rêxistinên civakî yên sivîl, navendên partiyan, rêxistinên ciwanan, sendîka, wêjevan, hunermend û rewşenbîrên mora xwe avêtine binê kampanya bi navê "Eger ne em bin kî? Ne niha be kengî?" gihaşt 300'î.
Duh li Berlînê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hat dayîn û 50 hezar Euro alîkariya di çarçoveya kampanyayê de hatibû berhevkirin, radestî nûnerên PYD'ê hat kirin. Ji organîzatorên kampanyayê nûnerê Çep a Interventionist (IL) li vir axivî û destnîşan kir ku şoreşa Rojava, çavkaniya îlhamê ya têkoşîna azadiya civakî ya li Ewropayê ye. Nûner diyar kir ku ji ber vê yekê, xwedîderketina şoreşa Rojava, bi taybetî jî YPG û YPJ, wezîfeya bingehîn a mirovahiyê ye.
Nûnerê YXK'ê jî di axaftina xwe ya li civîna çapemeniyê de destnîşan kir, ku kampanya ji bo xwedîderketina li Şoreşa Rojava û berxwedana YPG/YPJ'ê hat destpêkirin, bi coşa 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê dewam dike.
Nûnerê YXK'ê got, "Em dixwazin dengê berxwedana mirovahiyê ya gerdûnî ya ji Kobanê heta Şengalê, bi cîhanê bidin bihîstin, mirovan tevlî vê berxwedana demokrasî û azadiyê bikin."
Nûnerê PYD'ê yê alîkarî teslîm girt jî da xuyakirin ku ev kampanya xwedî wate û girîngiyeke mezin e û anî ziman ku ew hêvîdar in kampanya bi berfirehî dewam bike, ji organîzatoran re jî spas kir.