Kampanya ji Fatma Tokmak re azadî
Kampanya ji Fatma Tokmak re azadî
Kampanya ji Fatma Tokmak re azadî
Azad Tokmak û 13 sale hesreta dayîka xwe Fatma Tokman dikişîne, ji bo dayîka xwe kampanya azadiyê da destpêkirin. Azad da zanîn ku, ji bo dayîka xwe Fatma Tokman ku li Girtîgeha Bakirkoy ya Jinan dimîne û êşa giran ya dil lê ye ji 23’ê Gulana 2013’an ve kampanya îmzeyan dide destpêkirin û bang li her kesê kir ku, piştgiriyê bidin kampanyayê. Azad destnîşan kir ku, bi armanca taloqkirin û tehliyekirinê 1’ê Sibata 2013’an serî li Saziya Tiba Edlî daye lê belê tu bersivek nehat û got: “Ez dayîka xwe mirî na, zindî dixwazim.”
‘KEYFXWEŞIYA ME YA 3.5 SAL JÎ GELEK DÎTIN’
Azad hêjan 1.5 salî bû dema rûyê terora dewletê naskir. Di sala 1996’an de di serdegirtinek ya polîsan de li gel dayîka xwe Fatma Tokman re hate binçavkirin. Li Şaxa Tekoşîna Lidijî Terorê ya Midûriyeta Polîsan ji ber ku dayîka wî Tirkî nezanî bi axive gelek caran polîsan li ber çavê dayîka wî cigareyên xwe li ser bedena wî ya biçûk vemirandin. Piştre ji bo Azad û dayîka wî Fatma Tokman demek dirêj yê girtîgehê destpêkir. Her çendî ku Azad di sala 2006’an de gihabe dayîka xwe jî vê keyfxweşiyê 3.5 salan domkir. Fatma Tokman ya 38 salî ji ber îşkenceya fîzîkî û derûnî ya dîtiye êşa giran ya dil pêre çêbû û dîsan bi awayek bêhiqûqî şandin girtîgehê. Azad ku dibêje, “Keyfxweşiya me ya 3.5 sal jî zêde dîtin. Lê belê dema ku dayîka min berdayîn cîhan bibû ya min. Ez diçûm pola 5’an û dema ku ez ji dibistanê derdiketim min zanî ku dayîka min berdane, ez ew qas keyfxweş bibûm ku min cilê dibistanê li ber xwe qetandibû. Heta ku ez neçûm ber deriyê girtîgeha Gebzeyê min bawer nekir dayîka min berdane. Min ji dapîra xwe re got, “Em vale vale hatin vir.” Lê belê dema ku derî vebû û min dayîka xwe dît, min nû bawer kir. 3.5 salan me hesreta salên dirêj derxist. Tam jiyana me ketibû nava sîstemekê, careke din dayîka min ji min qutkirin.”
EZ DAYÎKA XWE MIRÎ NA, ZINDÎ DIXWAZIM
Azad destnîşan kir ku, rewşa tenduristiya dayîka wê her ku diçe nebaş dibe û da zanîn ku, “Min ew herî dawî 27’ê Gulana 2013’an di hevdîtina vekirî de dît. Got, piştî kêmek hewa gerim bû tîjên zêdebûne û êdî nefesê baş nastîne. Ev heftiyeke piştî jimartinê sewqî nexweşxaneyê dikin.” Azad ragihand ku, beriya vê ji bo dayîka wî tehliye bikin bi Komeleya Mafê Mirovan re çûye meclisê, di 1’ê Sibata 2013’an de jî ji bo cezayê dayîka wî bê taloqkirin û serbest bê berdan serî li Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê daye, lê belê heya niha tu bersiv negirtine. Azad anî ziman ku, ji ber vê sedemê ji bo pêvajoyê bilez bike ew dê kampanyayê bide despêkirin. Azad aşkera kir ku, ew îmzeyên hatine komkirin dê bişîne Wezareta Edaletê. Azad diyarkir ku, pêşîlêgirtina tehliye kirina dayîka wî tê wateya bi awayek zanabûn ber bi mirinê ve birin. Azad got: “Êdî bese rexmî ku dayîka min bê sûce ev 13 sale bi halê xwe yê nexweş li girtîgehê ye. Ez dayîka xwe mirî na, zindî dixwazim.”