Kampanya ji bo vekirina deriyê Sêmalka
Ji bo rêveberiya Başûrê Kurdistanê deriyê xwe yê sînor ê bi Rojavayê Kurdistanê re veke, li ser înternetê kampanya îmzeyan hat destpêkirin.
Ji bo rêveberiya Başûrê Kurdistanê deriyê xwe yê sînor ê bi Rojavayê Kurdistanê re veke, li ser înternetê kampanya îmzeyan hat destpêkirin.
Kampanya li ser malpera Change.org hat destpêkirin. Di metna kampanyayê de hat ragihandin, ev deriyê sînor li saziyên alîkariyê, rojnamevan û aktîvîstên mafên mirovan hatiye girtin.
Di metna kampanyayê de hat destnîşankirin, ku hejmar û rêjeyeke zêde ya kelûmelên alîkariyê bi mehan e ji sînor tên vegerandin û nahêlin derbasî Rojavayê Kurdistanê werin kirin. Hat gotin, vekirina sînor wê xizmetê ji avakirina korîdoreke însanî re bike.
Kampanya îmzeyan li ser vê malperê tê meşandin:
https://www.change.org/p/diwan-krp-org-humanitarian-corridor-for-kobane-and-all-rojava