Kampanya ji bo Leyla Guven: Zêdeyî 10 hezar îmze hatine hevdan

Hejmara kesên ku mohra xwe danîne binê kampa îmzeyan a ji bo Leyla Guven 10 hezar derbas kir.

Hevseroka Giştî ya KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 90 roj in di greva birçîbûnê de ye. Ji bo Leyla Guven beriya niha li ser navnîşana http://change.org kampanyayeke navneteweyî ya îmzeyan dest pê kiribû. Hejmara kesên tevlî kampanyayê dibin roj bi roj zêde dibe. Heta niha zêdeyî 10.500 kesî mohra xwe danîne binê kampanyayê. Di nava beşdaran de aktîvîstên jin, rojnamevan, nivîskar, akademîsyen, parlamenter, femînîst, endamên rêxistinên civakî yên sivîl, rêxistinên girseyî yên demokratîk, parêzvanên mafên mirovan û gelek sazî û kesayetên ji raya giştî ya navneteweyî hene. Piştgiriya ji bo kampanyayê zêde dibe.

'TECRÎD SORKIRINA FAŞÎZMÊ YE'

Di metna îmzeyan de tê bibîrxistin ku nêzî 300 girtî di greva birçîbûnê de ne û tê gotin, "Tecrîd di heman demê de destpêkirina sorkirina faşîzmê ye ji aliyê hikumeta AKP'ê ve. Ragihandina Rewşa Awarte, astengkirina azadiya îfadeyê û mafê rêxistinbûnê, êrîşên giran ên li ser mafê jiyanê di vê demê de bûne karekî ji rêzê. Tecrîda ku li dijî hiqûqa neteweyî û navneteweyî ye, êrîşa li dijî aştî û daxwaza jiyana bi hev re ya gelên Tirkiyeyê ye. Astengiya li pêşiya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e."

Kampanya îmzeyan li ser vê lînkê hatiye destpêkirin: