Kampanya 'Bila kuştina Amed Ahmed' bê ronîkirin

Beriya niha bi demeke kin, ciwanê Kurd Amed Ahmed ku bi neheqî hatibû destgîrkirin, ji ber xemsariya polîsên Elman li hucreya xwe ji ber şewatê miribû. Ji bo darizandina kesên ku berpirsyariya wan di mirina Ahmed de heye, kampanyayê dest pê kir.

Ciwanê Efrînî Amed Ahmed ku 2 mehan bi neheqî li girtîgeha li bajarê Kleve yê Elmanyayê hate hiştin û roja 17'ê Îlona 2018'an ji ber şewata li hucreya lê dima bi giranî birîndar bû, 29'ê Îlonê li nexweşxaneya Bochûmê ya lê dihate dermankirin, wefat kir.

Ji bo kuştina Ahmed bê ronîkirin û rayedarên Elman ên ku berpirsyariya wan di bûyerê de hene werin darizandin, kampanyayekê dest pê kir.

Kampanya ji aliyê saziyên civaka sivîl ve tê organîzekirin û pereyê di kampanyayê de bê hevdan wê ji bo pêvajoya hiqûqî bê bikaranîn.

Kampanyayê li ser malpera înternetê ya bi navê "gofundme.com" dest pê kir û aarmanca xwe ya destpêkê komkirina 10 hezar Euro ye. Di çarçoveya kampanyayê de di nava çend rojan de 2 hezar Euro alîkarî hate dayin.

Kesên ku dixwazin li ser kampanyayê agahiyê bigirin an jî alîkariyê bidin, dikarin bala xwe bidin vê adresa înternetê:

https://www.gofundme.com/rechtskosten-amad