Kampa ji bo çeteyan li Mereşê tê çêkirin, li Toronto hat şermezarkirin

Li bajarê Kanada Torontoyê, kampa AFAD'ê ya li herêma Terolar a Mereşê ji bo çeteyan tê çêkirin, li ber Konsolosxaneya Tirk hat şermezarkirin.

Li bajarê Kanada Torontoyê, kampa AFAD'ê ya li herêma Terolar a Mereşê ji bo çeteyan tê çêkirin, li ber Konsolosxaneya Tirk hat şermezarkirin.

Bi organîzeya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Torontoyê, girseya gel li ber Konsolosxaneya Tirk li hev civiya û dirûşmên "Em ê nehêlin komkujiyeke din a Mereşê biqewime", "Terorlar bi tenê nîne", "Tirkiye sûcê şer dike", "Em naxwazin li Pazarcixê kampa DAIŞ'ê bê çêkirin", "Toronto bi Mereşê re ye" qîriya.

Li ser navê Meclîsa Kurd a li Torontoyê daxuyaniyek hat dayîn û hat ragihandin, ku rejîma AKP'ê li hemberî Elewiyan polîtîkaya asîmîlasyon û zextê dike.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku gelê Kurd wê timî xwedî li vîna xwe derkeve û bang li dewleta Kanadayê jî hat kirin, di vî warî de bi berpirsyarî rabe.

Çalakiya ku du saetan dewam kir, bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.

...