Kampa HDP’ê ya li Wanê qediya

Kampa HDP’ê ya ji bo diyarkirina nexşerêya serdema nû pêk hatî, qediya.

Parlamenterê HDP’ê Sarûhan Olû. dawiya kampê got, ‘’Me nexşerêya têkoşîna yekbûyî ya hevpar, 28-29’ê Tîrmehê bi rengê pêşniyaran da civîna meclîsa me ya partiyê.’’

Bi tevlêbûna parlamenterên HDP’ê, Hevserok Pervîn Buldan û Sezaî Temellî ji bo peywirdarkirinên nû û diyarkirina nexşerêya nû kampa ku sê rojan dom kirî bi daxuyaniyeke çapemeniyê qediya.

Piştî civînê Berdevkê HDP’ê Sarûhan Olûç daxuyaniyek da.

Olûç diyar kir roja pêşî di civîna resene a jinê de li ser têkoşîna jinê, bi taybet jî têkoşîna wekheviya zayendiya civakî wê çawa were kirin û li kîjan qadê were domandin gotûbêj kirin. Olûç got rojên dî rewşa siyasî û geşedanên serdemî hatine nirxandin û her wiha nîqaş kirine bê ka pergala nû wê çawa bixebite û li dijî vê têkoşîn wê bi çi rengî be. Olûç wiha got, ‘’Em bi pergaleke wiha re hevrû ne ku li ser civakê hatiye ferzkirin. Me nîqaş li ser wê kir bê ka muxalefeta civakî wê çilo be û nexşerê me diyar kir. Me nexşerêya têkoşîna yekbûyî ya hevpar, 28-29’ê Tîrmehê bi rengê pêşniyaran da civîna meclîsa me ya partiyê.’’

ME DEST BI HAZIRIYA HILBIJARTINÊN XWECIH KIR

Olûç her wiha got wan li ser hilbijartinên xwecih jî gotûbêj kirine û got, ‘’Em li ser wê axivîn bê ka kêmasiyên xwe yên li ser hişmendiya demokrasiya xwecih çawa çaerser bikin. Li ser vê mijarê, bi biryara ku li meclîsa partiyê hatî standin, me li ser wê axivîn bê ka kîjan xebatên rêxistiniyê wê werin kirin. Em ê gavên têkildarî vê bavêjin.’’