Kalkan: Rêber Apo serketinê ji me dixwaze
Kalkan got, "Komploya 15'ê Sibatê êrîşa qirkirina civaka Kurd e" û destnîşan kir, ku referandûm dikare veguhere pêvajoyake têkoşînê ya ku faşîzma Erdogan û Bahçelî lê were hilweşandin.
Kalkan got, "Komploya 15'ê Sibatê êrîşa qirkirina civaka Kurd e" û destnîşan kir, ku referandûm dikare veguhere pêvajoyake têkoşînê ya ku faşîzma Erdogan û Bahçelî lê were hilweşandin.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bû mêvanê bernameya taybet a News Channel TV û bersiv da pirsên rojnamevan Dervîş Eren.
Kalkan di destpêka axaftina xwe de komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar kir, ku gelê Kurd vê rojê weke 'roja reş' dibîne û Rêberê Gelê Kurd jî ev roj weke 'roja qirkirina Kurdan' bi nav kir.
Di şexsê cangoriyên bi şiyara 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' bedena xwe dan ber agir û li ber komployê rabûn, Kalkan hemû şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurd bi minetdarî û rêzdarî bibîr anî û soza bicihanîna armancên wan dubare kir.
'15'Ê SIBATÊ ÊRÎŞA QIRKIRINÊ YE'
Kalkan destnîşan kir, ku di nava 18 salên bihurî de komplo gelek caran hatiye pûçkirin û got, "Di Komplo êrîşeke komkujî û qirkirina gelê Kurd bû, ku di şexsê Rêber Apo de xwestin Kurdan qir bikin. Êrîşa sîstema înkar û tinekirinê ya li dijî civaka Kurd bû, ku di şexsê Rêbertî de xwestin tine bikin. Ji ber ku vîna civakê di şexsê Rêbertî de şênber bû bû û di rastiya Rêber Apo de xwe bi rengekî azad îfade dikir. Ji bo biserxistina qirkirina li ser civakê dihat ferzkirin, êrîşî Rêber Apo kirin. Bi îmhakirina Rêber Apo re dixwestin tevgera me ya azadiyê PKK'ê tine bikin û li ser vê bingehê armanca xwe ya qirkirina Kurdan bi ser bixînin. Armanc û stratejiya hêzên komploker ev bû. Lewma komplo êrîşêke qirkirinê bû. Ji ber vê yekê, rast e ku mirov 15'ê Sibatê weke 'roja qirkirina Kurdan' bi nav bikin."
Kalkan da xuyakirin, tevî ku zîhniyet û armanca komployê di nava 18 salên bihurî de gelek caran hat pûçkirin jî, zîhniyeta qirker a faşîst a AKP-MHP'ê bi israr komployê dimeşîne û got, "Di qirkirina Kurdan de israr dikin. Hemû derfetên Tirkiyeyê jî di vî warî de feda dikin."
'RÊBER APO SERKETINÊ JI ME DIXWAZE'
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 18 sal in li dijî mezintirîn zext û îşkenceya dîrokê li ber xwe dide û wiha dewam kir: "Bi sekneke awarte li ser piyan e. Gelan û hemû bindestan ji bo azadiyê teşwîqî têkoşîn, zanebûn û rêxistinbûnê dike. Rêya azadiyê nîşanî wan da. Firsendên têkoşîna ji bo demokrasî û azadiyê dide me gel, tevgerê û hêzên şoreşger, demokratîk û sosyalîst. Û niha Rêber Apo ji me serketinê dixwaze. Dixwaze ku em komploya navneteweyî bi temamî ji holê rakin. Em jî vê dibînin û fêhm dikin.
Haya me ji erk û berpirsyariya me heye, ku divê komploya dikeve sala 19'an bi temamî têk bibin û weke pêşengê şoreşa Rojhilata Navîn a demokratîk şoreşa Kurdistanê bi ser bixînin. Li ser vê bingehê em di nava liv û tevgerê de ne. Em bi erk û berpirsyariyên xwe radibin. Em dersê ji têkoşîna xwe ya berê derdixînin û dixwazin di sala 19'an de têkoşînê bi ser bixînin, komploya navneteweyî bi temamî ji holê rakin. Em dixwazin vê salê bikin saleke ku şoreşa azadiyê ya Kurdistanê li Bakur bi ser ketiye, li Rojava reh berdaye û li parçeyên din ên Kurdistanê li ser vê bingehê têkoşîn tê meşandin."
'DIVÊ YEKÎTIYA EWROPA, DEWLETÊN YEKBÛYÎ YÊN AMERÎKA BERPIRSYARIYÊN XWE TELAFÎ BIKIN'
Kalkan bibîr xist, ku hegemonya kapîtalîst a global, komplo derxist holê û got, "Dewletên Yekbûyî yên Amerîak yekser bi xwe bi rêxistin kir û bi rê ve bir. Di vir de berpirsyariya Amerîka, Îngilîstan û Îsraîlê di asta yekemîn de ye. Wekî din, rêveberiyên Misir, Îran, Yewnanîstan û Rûsyayê jî roleke bi bandor lîstin. Dewletên Ewropayê dan xuyakirin, ku ew ê destekê bidin çareseriya pirsgirêka Kurd."
Kalkan destnîşan kir, ku di sala 18. a komployê de divê her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û roj û berpirsyariya xwe ya di vê neheqî, êrîş û nebaşiya dîrokî de bibînin û got, "Heta ku ev berpirsyarî neyê dîtin û neyê telafîkirin, gotinên 'em dostên Kurdan e' yan jî 'em alîgirê çareseriya pirsgirêka Kurd in' wê gotinên pûç bin."
'CIVAKA KURD DIBÊJE ÊDÎ BES E'
Kalkan wiha dewam kir: "Weke gel û tevgerê em dibêjin 'êdî bes e'. 18 sal derbas bûn û Rêber Apo di nava zext û tecrîda herî mezin de tê hiştin. Di şexsê wî de zexteke mezin li gelê Kurd tê kirin. Ev zilm, îşkence û tecrîd li gelê Kurd tê kirin. Ji ber vê eykê, ji Cizîrê heta Sûrê, ji Qamişlo heta Efrînê Kurd tên kuştin. Pêwendiya van komkujiyan bi zext û sîstema îşkenceyê ya li Îmraliyê re heye. Civaka Kurd êdî bi ti awayî qebûl nake ku bi vî rengî bijî."
'REFERANDÛM DIKARE VEGUHERE PÊVAJOYA HILWEŞANDINA FAŞÎZMA AKP-MHP'Ê'
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bal kişand ser referandûma li ser destûra bingehîn a AKP-MHP'ê bê lidarxistin û got, "Referandûm dikare veguhere firsendeke mezin. Refearndûm dikare veguhere pêvajoyeke têkoşînê ku faşîzma Tayyîp Erdogan-Devlet Bahçelî lê bê hilweşandin. Armanc ev e. Ev yek pêka ne.
Li ser vê bingehê, dema ku li dijî faşîzma AKP-MHP'ê têkoşînê tê meşandin, ku ev hêz komploya 15'ê Sibatê didomîne, girîng e referandûm wek qadeke têkoşînê were dîtin. Rêya hilweşandina komploya 15'ê Sibatê, hilweşandina sîstema Îmraliyê, têkbirina hewldanên qirkirina Kurdan, pêkanîna azadiya gelê Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê, bi têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP'ê dibe. Ev pêvajoya referandûmê firsendeke girîng e ji bo faşîzma AKP-MHP'ê were têkbirin û têkoşîna demokrasiyê bê xurtkirin. Eşkere ye ku wê pêşketineke mezin bafirîne. Derfetên pêkhatina vê hene. Qet nebe divê bi referandûmê re têkoşîneke bi vî rengî were destpêkirin û dewamkirin."
Kalkan anî ziman, faşîzma AKP-MHP'ê wê hilweşe, sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê wê ji holê bê rakirin, Rêberê Gelê Kurd wê azad bibe, pirsgirêka Kurd wê çareser bibe û Tirkiye demokratîk bibe. Kalkan bi vê bîr û baweriyê ji her kesên têdikoşin re serketin xwest.