Kakabawe: Divê neyê hiştin ku Tirkiye Înterpolê îstîsmar bike
Parlamentera Swêdê Amîneh Kakabawe binçavkirina Salih Mislim kire rojeva Parlamentoyê, xwest ku neyê hiştin ku Tirkiye Înterpolê îstîsmar bike.
Parlamentera Swêdê Amîneh Kakabawe binçavkirina Salih Mislim kire rojeva Parlamentoyê, xwest ku neyê hiştin ku Tirkiye Înterpolê îstîsmar bike.
Parlamentera Partiya Çepgir Amîneh Kakabawe li Çekyayê binçavkirina Hevserokê berê yê PYD’ê Salih Mislim bi pirsnameyekê bire rojeva Parlamentoya Swêdê.
Kakabawe got Tirkiye ji bo ku kesên muxalefeta rejîma Erdogan dikin bêdeng bike û zextê li ser wan bike di serî de li Ewropayê li gelek deverên cîhanê Înterpolê bi kar tîne û got, ‘’Peywira înterpolê qet ne ew e ku muxalîfên rejîmên wan welatan biçewisîne, fişarê li wan bike, qet wiha nebûye û divê wiha nebe jî.’’
Kakabawe ji Wezîra Karê Derve ya Swêdê Margot Wallstrom pirsî bê ka li dijî wê ku Tirkiye Înterpolê ji bo çewisandina muxalîfan bi kar tîne çi difikire.
HAMZA YALÇIN JI LÎSTEYA KU LI WAN DIGERIN HATE DERXISTIN
Her wiha nivîskar Hamza Yalçin ku par bi daxwaza Tirkiyê li Spanya hatî girtin û piştî 3 mehan li girtîgehê ma hatî berdan ji lîsteya Înterpolê ya ku li wan digerin hate derxistin.
Li gorî Ajansa Nûçeya a Swêd TT’yê hewldana hiqûqî ya parêzerê Yalçin Baltasar Garson a di ser Înterpolê re encam standiye û Yalçin ji lîsteya Înterpolê ya ku lê digerin hatiye derxistin.