Kakabaveh: Di hedefa Erdogan de DAIŞ nîne, Kurd hene

Parlamentera Partiya Çep Amîneh Kakabaveh, ji bo Tirkiye êrîşên xwe yên li dijî Kurdan bisekinîne û bi PKK'ê re ji nû ve dest bi hevdîtinên aştiyê bike ji Hikûmeta Swêdê xwest ku li nava Yekîtiya Ewropa bikeve nava tevgerê.

Parlamentera Partiya Çep Amîneh Kakabaveh, ji bo Tirkiye êrîşên xwe yên li dijî Kurdan bisekinîne û bi PKK'ê re ji nû ve dest bi hevdîtinên aştiyê bike ji Hikûmeta Swêdê xwest ku li nava Yekîtiya Ewropa bikeve nava tevgerê.

Kakabaveh di pêşniyarnameya xwe de ragihand ku bomberdûmana Tirkiyeyê ya li hemberî PKK û Kurdên li Sûriyeyê yên li dijî çeteyên DAIŞ'ê serketinên mezin bi dest xistine, wê çeteyên DAIŞ'ê xurt bike û destnîşan kir ku li gorî hemû agahî û daneyên derketine holê, Erdogan bi hinceta têkoşîna li dijî DAIŞ'ê, Kurdan hedef digire.

Kakabaveh bibîr xist ku welatekî NATO Tirkiye, tevî ku di encama zextên DYA de şerê li hemberî DAIŞ'ê qebûl kiriye jî, li şûna PKK'ê bombeyan bi ser PKK'ê de dibarîne û got, "Rîsk heye ku di dema pêş de Kurdên li Sûriyeyê û PYD rastî bombeyên Tirkiyeyê bên." Kakabaveh bal kişand ser amadekariyên AKP'ê yên ji bo êrîşek li dijî Rojava.

Kakabaveh anî ziman ku Erdogan tevî bombekirina Kurdên li Sûriye û Iraqê, li nava Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî, bi sûcdariyên terorîzmê re dixwaze destlênedana parlamenterên HDP'ê rake û di nava hewldanên girtina Kurdan, sosyalîst û rewşenbîran de ye.

Kakabaveh a li Stenbolê ye, bersiv da pirsên ANF'ê û anî ziman ku Stenbol bi cîhadiyên ji welatên cuda hatine dagirtî ye. Kakabaveh got, "Tirkiye û Erdogan demeke dirêj çavên xwe girtin ji bo cîhadperest derbasî Iraq û Sûriyeyê bibin û li Tirkiyeyê bixebitin. Destek da wan. Niha bi helwdaneke ji nişka ve ne pêkane ku li hemberî wan helwesteke tund nîşan bide. Girtin û binçavkirinên li Tirkiye û Kurdistanê vê yekê nîşan dide. Ji endam û sempatîzanên DAIŞ'ê bêhtir Kurd, şoreşger û rewşenbîr tên girtin."

Kakabaveh diyar kir ku AKP û Erdogan nikare xwe li serketina HDP'ê ya di hilbijartinan re rabigire, lewma mîna hilbijatinên herêmî yên sala 2009'an dest bi girtina Kurdan kiriye û destnîşan kir ku piştgiriya ji bo HDP'ê şert e.