Kadîr Sakçi ji ber ku got ‘Ez Kurd im’ hate kuştin

Li Sakaryayê ji ber gotin "em Kurd in" bi çekê êrîşî Kadîr Sakçi û kurê wî Bûrhan Şakçi kirin. Şakçi jiyana xwe ji dest da û kurê wî Bûrhan Şakçi jî bi giranî birîndar bû. Her wiha êrîşkar jî di parêziya xwe de îdia kir û got "ez serxweş bûm."

Ji ber bi Kurdî axivîn bi çekê êrîşî Kadîr Şakçi (43) û kurê wî Bûrhan Şakçi (16) kirin. Di êrîşê de Kadîr Şakçi hate kuştin û kurê wî Bûrhan Şakçi jî bi giranî birîndar bû. Bûyer roja Yekşemê li Kolana Beştepeler a Taxa Yenîmahalle ya navçeya Hendek a Sakaryayê li ber qehwexaneyekê pêk hat.

Li gorî agahiyên bi dest ketin, Kadîr Şakçi yê ji Mûşê, çû berber da kurê xwe Bûrhan Şakçi bîne. Wexta bav û kur ber bi qehwexaneyê ve dihatin, Hîkmet Ûsta (55) û yên li cem wî  rêya wan birî. Bi îdiaya di rê de bi Kurdî axivîne Ûsta ji bav û kur pirsî "Hûn Kurd in an Sûriyeyî ne?" Piştî bav û kur gotin "Em Kurd in", Ûsta ji wan re got "Jixwe ez ji Kurdan hez nakim" û bi çeka di ber xwe de bera wan da. Bav û kur ên birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sakaryayê. Li nexweşxaneyê tevî hemû mudaxileyan jî bav nehat xelaskirin. Lê belê li nexweşxaneyê tedawiya Bûrhan Şakçi didome.

Piştî bûyerê êrîşkar Hîkmet Ûsta ku reviya Bûrsayê hat binçavkirin. Birayê Kadîr Şakçi Fahrettîn Şakçi, bilêv kir ku birayê wî Kadîr Şakçi û biraziyê wî Bûrhan Şakçi heta derengê şevê jî li cem wî bûne, lê belê wexta ji cem wî çûne li ber qehwexaneya taxê êrîş li wan hatiye kirin. Şakçi got: "Li vir kesê xwe li serxweşiyê daniye rêya wan dibire. Ji wan dipirse 'Hûn kurd in an sûriyeyî ne?' Wexta birayê min û biraziyê min dibêjin 'em kurd in', du sê derban bera wan dide."

Fahrettîn Şakçi, diyar kir ku li gorî agahiyên bi dest wan ketine êrîşkar Hîkmet Ûsta gotiye: "Di dema bûyerê de ez serxweş bûm, nayê bîra min."

 DI 2006'AN DE JÎ BIRAYEKÎ WÎ HATIYE KUŞTIN

 Fahrettîn Şakçi, bilêv kir ku di sala 2006'an de birayê wî Sabrî Şakçi jî bi heman awayî hatiye kuştin. Şakçi, diyar kir ku yên bera birayê wî dane 4 kes bûne, lê belê tenê ceza li kesekî hatiye birîn û kesê ceza lê hatiye birîn demeke kurt di girtîgehê de maye.