Kaçeroglu yê li Îzmîrê hate qetilkirin ji aliyê hezaran ve hate oxirkirin

Kaçeroglu yê li Îzmîrê hate qetilkirin ji aliyê hezaran ve hate oxirkirin

Ekrem Kaçeroglu yê di xwepêşandana li Îzmîrê bi armanca piştgiriya bi Kobanê re ji aliyê polîs û faşîstan ve hate birîndarkirin, ji aliyê hezaran ve hate birêkirin.

Li Îzmirê di 7'ê Cotmehê de li Taxa Doganlar a Bornova di çalakiyên li dijî êrîşên DAIŞ'ê de ciwanê bi navê Ekrem Kaçeroglu, bi guleya polîsan ji serê xwe ve bi giranî birîndar bûbû. Kaçeroglu ku heta niha li nexweşxaneyê dihat dermankirin, îro serê sibê jiyana xwe ji dest da.

Malbatê cenazeyê Kaçeroglu ji saziya Tiba Edlî ya Îzmirê wergirtin û ji aliyê hezaran kesan ve hat definkirin. Girseyê darbesta Kaçeroglu bi alên PKK û KCK'ê pêçan û birin Mizgefta Navendi ya Çamkule.

Di merasîma cenaze de rêveberên HDP, DBP, TAYD-DER, YAKAY-DER û Meclîsa Dayikên Aştiyê jî di nav de bi hezaran kes amade bûn. Girseyê di merasîma cenaze de bênavber dirûşmayên, "Şehid namirin", "Kurdistan wê ji faşizmê re bibe goristan" û "Bijî Serok Apo", "Qatil Erdogan", "Rêheval Ekrem nemir e" gotin.

Girseyê darbesta Koçeroglu bir Goristana Altindag û ji aliyê hezaran ve hat definkirin. Di merasîmê de pankarta "Şehid namirin Ekrem Kaçeroglu nemire" vekirin. Girseyê piştî merasîma cenaze ji ser goristanê belav bûn. Di merasîmê de zêdebûna polîsan bal kişand.