Johnson: Divê Swêd rêya gihandina alîkariyê ji bo Rojava veke

Johnson: Divê Swêd rêya gihandina alîkariyê ji bo Rojava veke

Parlamenterê Partiya Çep û Serokê "Komîteya Piştgiriya Mafên Mirovan li Tirkiyê" a parlamentê Jacoc Johnson bi pêşniyarnameyeke nivîskî, drama mirovahiyê ya li Rojava xist rojevê. Johnson ji Wezîra Alîkariya Derve Hîllevî Engstrom re pirsî ka ji bo alîkariya Swêdê bigihêje Rojava dê çi bike.

Johnson ragihand ku li Rojava trajediyeke mirovan tê jiyîn û diyar kir ku ji ber êrîşên komên El Nûsra û Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê yên ser bi El Qaîdeyê gelek Kurd neçar mane axa xwe biterikînin. Johnson diyar kir ku li Rojava nêzî mîlyonek mirov li ser axa xwe di rewşa penaberiyê de ne, 200 hezar kes neçar mane derbasî Başûrê Kurdistanê bibin û piraniya mirovan ji ber tinebûna av, eletrîk, xwarin û sotemeniyê, erdê xwe terikandine.

Johnson da xuyakirin ku alîkariya ji derveyî welat tê şandin ji ber pevçûn û astengiyên dewleta Tirk negihaştine Rojava û ji bo alîkarî ji ser Başûrê Kurdistanê bigihêje Rojava xwest, wezîfedarên zane bişînin herêmê.