Jiyan îro û sibe disekine
Li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, li dijî komkujiya li Enqereyê greva giştî tê kirin. HDP'ê jî destek da grevê û got, "Werin em bi hev re jiyanê bisekinînin û dengê aştiyê bidin bihîstin."
Li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, li dijî komkujiya li Enqereyê greva giştî tê kirin. HDP'ê jî destek da grevê û got, "Werin em bi hev re jiyanê bisekinînin û dengê aştiyê bidin bihîstin."
Li dijî komkujiya li Enqereyê ku bal tê kişandin ser rola dewletê ya di vê komkujiyê de, îro û sibe li gelemperiya welêt greva giştî tê kirin. Tê payîn ku beşdariyeke xurt greva bi pêşengiya DÎSK, KESK, TMMOB û TTB tê lidarxistin bê kirin. HDP'ê jî destek da biryara grevê.
Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyaniyek weşand û got, "Yên ku li dijî aştîxwazan li Enqereyê komkujiyeke namerdî kirin, xwestin dengê aştîxwazan bibirin. Li hemberî van qetlîamkeran divê em bi biryardarî û her her li her derê dengê aştî û jiyanê nîşan bidin. Em bi hemû hêza xwe destekê didin banga Greva Giştî ya DÎSK, KESK, TTB, ku mîtînga aştiyê organîze kiribûn. Ji bo em têkoşîna mirovên xwe yên jiyana xwe ji dest dane li her qadê belav bikin, em bi hêza xwe ya kedê dikevin Greva Giştî. Bi vê armancê em bang li hemû karker, kedkar û welatiyên xwe dikin, ku destekê bidin Greva Giştî. Werin em hemû bi hev re jiyanê bisekinîn û dengê aştiyê bidin bihîstin."