Jinên Tîrêjên Rojê li dijî tecrîdê li sê bajaran çalakî kir

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku ji bo bidawîkirina tecrîdê û piştgiriya bi grevên birçîbûnê li Stenbol, Kocaelî û Tekîrdagê çalakî kirine.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya bi greva birçîbûnê re li sê bajaran çalakî hatine lidarxistin.

Li gorî daxuyaniyê 26'ê Tîrmehê li navçeya Beykoz a Stenbolê 4 wesayitên luks ên "faşîstên AKP'ê" hatin şewitandin. Heman rojê li navçeya Gebze ya Kocaeliyê li dijî "bekçiyên rejîma qesrê ya AKP'ê" bi çekên ferdî û fîşekên hewayî çalakî hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de yek ji sê bekçiyan hate kuştin û wesayita wan jî hate şewitandin.

25'ê Tîrmehê li navçeya Çerkezkoy a Tekîrdagê febrîqeyeke kozmetîk a "serokê MHDP'ê yê navçeyê" hate şewitandin û bi milyaran Lîreyê Tirk xisar lê bû.