Jinên Rojavayî yên li Swêdê ji bo Bakur ketin greva birçîbûnê
Jinên Rojavayî yên li bajarê Gavle yê Swêdê dijîn, ji bo piştgiriyê bidin berxwedana xwerêveberiyê ya li Sûr, Cizîr, Silopiya û Nisêbînê, ji duh sibehê ve ketine greva birçîbûnê ya dorveger.
ANF
STOCKHOLM
în, 29 rêbendanê 2016, 07:16
Jinên Rojavayî yên li bajarê Gavle yê Swêdê dijîn, ji bo piştgiriyê bidin berxwedana xwerêveberiyê ya li Sûr, Cizîr, Silopiya û Nisêbînê, ji duh sibehê ve ketine greva birçîbûnê ya dorveger.
Jinan, tevî hewa sar jî li navenda bajêr kon vedan û li binê kon çalakiya xwe didomînin. Jinan helwesta hikûmeta Swêdê û Yekîtiya Ewropayê, ku bi tenê li komkujiyên li Kurdan tên kirin temaşe dikin, şermezar kirin.
Greva birçîbûnê ya li ser banga Komîsyona Jinê ya PYD'ê destpê kir, wê roja Şemiyê bi xwepêşandaneke girseyî bi dawî bibe. Jinên Rojavayî bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Gavle û derdora wê dijîn kirin, ku li dijî komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin derkevin û saet di 13:00 de beşdarî mîtînga li meydana navenda bajêr bibin.
SWÊDÎ, TIRKIYEYÎ, ÎRANÎ, KURDISTANÎ Û BELÛCIYAN LI STOCKHOLMÊ ÇALAKIYEKE HEVPAR LIDAR XISTIN
Baskê Partiya Çep a Swêdê Çep a Ciwan, Partiya Sosyalîst, Sosyalîstên Partiya Edaletê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê, Meclîsa Jinên Kurd a Amara û rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî yên Îranî, Tirkiyeyî û Belûcî jî di nav de 16 partî, rêxistin û komeleyan, ji bo hikûmeta Swêdê desteka aboriyê nede hikûmeta Tirk û çekan nefiroşe Tirkiyeyê, li Stockholmê çalakiyek lidar xistin.
Rêxistinan dan zanîn ku li dijî komkujiyên dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê li Bakurê Kurdistanê dike, wan "Komîteya li dijî qirkirina li Tirkiyeyê" ava kirine û bi daxuyaniyeke hevpar xwestin ku êrîşên li hemberî gelê Kurd tavilê bi dawî bibin û komkujî bên sekinandin.
Di vê navberê de wê bi dirûşma "Komkujiyên li Tirkiyeyê bisekinîne, li Swêdê destekek ji bo Erdogan nîne" wê 31'ê Çileyê roja Yekşemê saet di 14:00 de li Meydana Medborgarplatsen a Stockholmê xwepêşandanek were lidarxistin û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê û Meclîsa Jinên Kurd a Amara banga tevlîbûnê li Kurdistanî û dostên wan kirin.