Jinên rastî êrîşê hatin ji nexweşxaneyê derketin

Jinên rastî êrîşê hatin ji nexweşxaneyê derketin

Welatiyên duh piştî mitînga 8'ê Adarê li Qada Kadikoyê rastî êrîşa alîgirên Bursasporê hatin piştî dermankirina li nexweşxaneyê hatin taburcukirin.

Duh piştî mitînga 8'ê Adarê jinên belav dibûn rastî êrîşa komekî alîgirên Bursasporê hatin û welatiyê bi navê Halît Demîrkapu bi derbeya kêrê birîndar bibû û piştî li Nexweşxaneya Numune ya Haydarpaşa hate dermankirin şev hate taburcukirin. Di heman êrîşê de Argeşê 5 salî û dayîka wî Rezan Demîrkapu û gelek jin jî birîndar bibin û piştî dermankirinê hatin taburcukirin.

Jina bi navê Nezîre Çîftçî a ku di dema êrîşê de ji serê xwe birîndar bû li Nexweşxaneya Bajar a Halkaliyê ya Kuçukçmeceyê hate deramankirin şevê taburcu bû. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Kuçukçmeceyê Mehmet Oran diyar kir ku, têkildarî bûyerê de li Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmeceyê dê serlêdana sûç bikin.