Jinên kurd yên ciwan li Parîsê tên cem hev
Jinên kurd yên ciwan li Parîsê tên cem hev
Jinên kurd yên ciwan li Parîsê tên cem hev
Jinên ciwan yên kurd yên Ewropayê ji bo pêşeroja xwe nîqaş bikin, di 7-8’ê îlonê de li Parîsê konferansê pêk tînin.
Li gorî daxuyaniya ji aliyê komîteya Tertîp ve hatiye dayîn di bin navê ‘Jinên ciwan yên kurd ên Ewropayê pêşeroja xwe nîqaş dikin’ konferansekê pêk tînin. Konferansa dê di 7-8’ê îlonê de li Parîsê pêk were û dê ji gelek welatên Ewropayê jinên kurd tevli konferansê bibin.
Komîteya Tertîp di daxuyaniyê de da zanîn ku rojeva sereke ya konferansê ‘Pêvajoya siyasî ya gelê kurd di nav deye, cihê jinên ciwan yên kurd yên Ewropayê, derbarê pêwistiya jinûve avakirina rêxistin û saizbûnê de nîqaş dê bên meşandin.’
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Dîsa dê di qadên çandî, perwerde, civakî ya jinên ciwna a kurd û Kurdistanê ya Ewropayê hewcedarî û pirsgirêk bên tespîtkirin û çareserî jê re bê dîtin. Her wiha dê der barê çareseriyê de nîqaş bên meşandin.
Konferans di 7’ê îlonê de saet di 09.00’a destpê dike û di roja yekemîn ya konferansê de sê beş yên wekê nîqaşa pêvajoyoa siyasî, pirsgirêkên jinên ciwan yên li Ewropayê dijîn û pêşendan hene. Di roja duyemîn jî modelên çareserî û rêbazên rêxistinê bê nîqaşkirin û biryar dê bê girtin.
Di dawiya konferansê de saet di 16.00’an de dê li ber Buroya Enformasyona Kurdistanê daxuyaniyek bê dayîn.
Komîteya Tertîp di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “Di warê gelê kurd de pêkanîna konferansa jinan a di vê demê gelek girînge. Ji ber vê em bang li hemû jinên kurd dikin ku tevli konferansê bibin.