Jinên Kurd li Danîmarkayê ji bo Kobanê kampanya dan destpêkirin
Jinên Kurd li Danîmarkayê ji bo Kobanê kampanya dan destpêkirin
Jinên Kurd li Danîmarkayê ji bo Kobanê kampanya dan destpêkirin
Endamên Komeleya Jinan a Kurd a Danîmarkayê tevlî her çalakiya tê kirin dibin û hem jî ji bo Kobanê bernameyên piştevaniyê pêk tînin.
Jinên Kurd bi şîara ‘tu jî destê xwe dirêjî Kobanê bike’ derketin rê û li paytexta Kopenhagê ya Danîmarkayê li Navenda Civaka Kurd bernameyeke piştevaniyê pêk anîn. Jinan rojek berê li bajarê Hîllerod bernameya piştevaniyê ya ‘Tu jî destê xwe dirêjî Kobanê bike’ pêk anîn. Di çarçoveya bernameyê de jinên Kurd xwe gihandin bi dehan jinên Danîmarkayî û der barê geşedanên dawî yên Danîmarkayê de kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin.
Jinan duh li Taxa Hoje Tastrup jî bernameyek pêk anîn. Piraniya jinan bi zarokên xwe re tevlî bûn. Der barê komeleya jinan a Kurd ve sînevîzyonek kurt hat nîşandan. Der barê Kobanê de agahdarî hat kirin û der barê alîkariya Heyva sor de jî sînevîzyonek pêk hat.
Rayedarên Komeleya Jinên kurd, xwarinên ku jinan li malên xwe çêkiribûn firotin û di çarçoveya kampanyayê de hemû pereyên hatin bidestxistin ji bo gelê Kobanê wê bê şandin.