Jinên Helebê komkujiya Parîsê şermezar kirin

Jinên Helebê komkujiya Parîsê şermezar kirin

Li bajarê Sûriyeyê Helebê Rêxistina Yekitiya Star ji bopîroz kirina damezirandina xwe û ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê du civîn lidarxist.

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê Rêxistina Yekîtiya Star bi mûnasebeta salvegera xwe ya heştan û şermezarkirina komkujiya Parîsê du civîn pêkanî. Civînek li Şêxmeqsûd rojhilat bû û yek jî li Şêx Meqsûd rojava bû.

Di herdû civînan de Endama Yekıtiya Star Zeyneb Şitika li ser bingeha avakirina Rêxistina Yekîtiya Star axivî û diyar kir ku ji sala 2005'an ve rêxistina wan di nava jinên Rojavayê Kurdistanê de kar û xebatên xwe dimeşîne. Şîtka, jina kurd Gulê Selmo ku li Helebê hatibû qetilkirin, bi bîranî.

Herwiha Şîtika komkujiya parîsê şermezar kir û dazanîn ku qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez planeke ku bi destên dijminên Kurdan hatiye lidarxistn. Şîtika diyar kir bi mebesta qetilkirina jinên Kurd ewe ku gavên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd tên avêtin rawestînin û vîna gelê Kurd bişkinînin.

Şîtka di dawiya axaftinê xwe de got ku ewê wekî rêxistina Yekitiya Star wê heta dawiyê rêça hevalên wan ên li Parîsê hatibûn qetilkirin, dewam bikin û bang li hemû jinên Kurd kir tevlî xebatên jinan bibin. Ji bilî bi dehan jinên Kurd, hejmarek zêde ya jinên Ereb jî di civînan de amede bûn.