Jinên Êzidî ji bo çalakiyên 3'ê Tebaxê bang kirin

Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî xwest ku 3'ê Tebaxê bibe roja navneteweyî ya têkoşîna li dijî qirkirina jinê û ji bo çalakiyên 3'ê Tebaxê banga tevlîbûnê kir.

Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) bi wesîleya salvegera 5'an a qirkirina 3'ê Tebaxa 2014'an a Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

AZADIYA JIN Û ZAROKÊN ŞENGALÊ AZADIYA MIROVAHIYÊ YE

Di daxuyaniyê de qurbaniyên fermanê hemû hatin bi bîr anîn û hate destnîşankirin, ku wê ti carî fermana Şengalê ji bîr nekin û ji bo rizgarkirina tevahiya jin û zarokên hatin revandin têkoşîna xwe ya azadiyê geş bikin.

SMJÊ destnîşan kir ku azadiya jin û zarokên Şengalê azadiya mirovahiyê ye.

Di daxuyaniyê de kuştin, revandin, destavêtin, kolekirina jinê ji aliyê DAÎŞ'ê ve hate bibîrxistin û hate destnîşankirin, ku qirkirina Şengalê di rastiyê de femînîzîd e, yanî qirkirina jinê ye.

FEMÎNÎZÎD ME HEMÛYAN ELEQEDAR DIKE

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Kuştina bi rêk û pêk a jinê ji ber zayenda wê di asta gerdûnî de ji aliyê hişmendiya desthilatdar a zilam ve tê kirin, tundiyên fîzîkî, ruhî û kolekirinê di nava xwe de dihewîne.

Werin, em li hemû deverên ku femînîzîd lê heye bi eniya berxwedanê têkoşîna xwe bi gerdûn bikin.

Femînîzîd jiyana, tendurustiya û mafên bi milyonan jinan dike xeteriyê. Em vê rojê bikin roja têkoşîna navneteweyî ya li dijî qirkirina jinê."

ŞENGAL BIRÎNÊN QIRKIRINÊ BI RÊXISTINA XWE YA XWESER DERMAN DIKE

SMJÊ ragihand, tevî ku delîlên van sûcan li ber dest hene, hîn jî çeteyên DAÎŞ'ê û hevkarên wan bê darizandin dimînin. Di encama 5 salan de ku li Şengalê, tevî travmayek kolektîf yê civakê, bi pêşengtiya jinên êzîdî jiyan ji nû ve tê ava kirin. Ji bo azadiyê û guhertina hişmendiya civakê li ser hîmên pergala xweseriya demokratîk têkoşînek mezin tê meşandin. Bi keda xwe li hemû deverên ku jinê lê hate kole kirin, meclîs, komîn, kooperatîf hatin ava kirin û bersiva fermanê tê dayîn. Şengal birînên qirkirinê bi rêxistina xwe yê xweser derman dike."

SMJÊ destnîşan kir ku li Şengalê jin hatin qirkirin, li Reqayê jî mafê jinên êzîdî hate stendin û diyar kir, "Bi hezaran dilxwazên doza azadiyê di serî de şervanên azadiyê yên Tevgera Azadiya Kurdistanê di serî de QSD, YPJ û YJŞ ji bo tolhîlîna jinên êzîdî di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dan. Ji bo bîranîna wan û soza xwedîderketina nirxên jinê û mirovahiyê, em bang li hemû jinên navneteweyî dikin, werin em bi hev ra têkoşîna xwe yê azadiyê bilind bikin û di çarçovêya dadgehek navneteweyî de çeteyên DAÎŞ'ê û hevkarên wan darizînin. Bi tenê bi vî awayî em ê bikarîbin xwedî li Edaleta Mirovahiyê derbikevin û bîranîna wan bidin parastin."

JI BO BÎRANÎNA CANGORIYÊN FERMANÊ SAET: 11:00 DEQEYEKE RÊZGIRTINÊ

Di daxuyaniyê de ji bo 3'ê Tebaxê jî bangeke wiha hate kirin:

"Ji bo ku qirkirina jinê fermî were qebûl kirin û li tû deveran jin neyên qetil kirin, hêzên dagirker û qirker di serî de çeteyên DAIŞ ê û hevkarên xwe hesabê bidin û edalet bi cîh were, em bang li hemû jinên cîhanê dikin roja 3 ê Tebaxê bi hemû rêbazên têkoşînê û berxwedanê bikin roja navnetewî ya li dijî qirkirina jinê û bi sembola Êzdayî û Aşitiyê rengê spî (çarik/cil û berg) xurt tevlî çalakiyên asta cîhanî bibin.

Fermana Şengalê wê tû car neyê ji bîr kirin û neyê efû kirin.

BILA 3'Ê TEBAXÊ BIBE ROJA NAVNETEWEYÎ YA LI DIJÎ QIRKIRINA JINÊ

Em daxwaz dikin:

- Divê qirkirina jinê û yê civakê li Şengalê, tevahî Rojhilata Navîn û Cîhanê bi dawî bibe

- Divê qirkirina jinê û yê civakê yê cihanê û roja 3 ê Tebaxê fermî bibe roja navneteweyî ya li dijî qirkirina jinê

- Divê hemû çeteyên DAÎŞ'ê, hevkarên wan, hemû kes û hêzên ku cîhê xwe girtin, di asta navxweyî û navneteweyî bi beşdarbûna jinan û gelan werin darizandin

- Azadî ji bo hemû jinên û zarokên ku ji aliyê çetyên DAÎŞ'ê ve hatin revandin

SMJÊ ragihand ku wê di 3 û 4'ê Tebaxê de bi rengekî hemwext Saet: 11'an li gelek bajarên Elmanyayê çalakiyan pêk bînin û banga tevlîbûnê kir.

Li gorî daxuyaniyê bernameya çalakiyan wiha ye:

BERNAMEYA ÇALAKIYAN

3.8.2019

 

Cîh: Bielefeld/ li ber Şaredariyê Jahnplatz

Saet: 12:00 Meş û Mîtîng

 

Cîh: Wesel li ber Brandenburger Tor

Saet: 11:00 şûn de mîting/

Saet: 17:00 li Mala Êzîdiya Wesel Ackerstr. 242 Civîna Gel derbarê rewşa Şengalê

 

Cîh: Kleve li navenda bajêr Herzogstrasse

Saet: 11:00 şûn de meş û mîtîng

 

Cîh: Saarbrucken li ber Europa Galerie

Saet: 11:00 şûn de Mîting

 

Cîh: Celle, Grosse Plan

Saet: 11:00 şûn de meş û mîtîng

 

Cîh: Walsrode Şaredarî- Langer Strasse

Saet: 11:00 şûn de mîtîng

 

Cîh: Hannover li ber stasyona navendî ya trênê

Saet: 13:30 meş û mîtîng

 

Cîh: Bremen li ber parlamento (Achim/Verden jî beşdar dibe)

Saet: 11:00-14:00 Standa Enformasyonê

Saet: 14:00 Mîtîng

 

Cîh: Berlîn Brandenburger Tor

Saet: 11:00 şûn de heta Saet: 13:00 Mîtîng

 

Cîh: Wilhelmshaven- li ber Dêra katolîk

Otto Meentz Str

Saet: 12:00 Mîting

 

Cîh: Sulingen Am Marktplatz E-Center

Saet: 12:00 Mîtîng

 

4.8.2019

 

Cîh: Berlin/ Mûseya kapîtalîsm Köpenicker Str. 172

Saet: 14:00 danasîna Pêşengeha derbarê qirkirina jinê li Şengalê

 

Cîh: Mala Êzîdiya Sulingen, Nienburger Str. 23

Saet: 12:00 Civîna Gel derbarê rewşa Şengalê û Sînevsyon

 

Cîh: Mala Êzîdiya Celle, An der Koppel 21

Saet: 13:00 Civîna Gel derbarê rewşa Şengalê û Sînevsyon