BI DÎMEN

Jinek, gerîlayek, senarîstek: Edûlê

Edûlê wek gerîlayeke jin li ser çiyayên azad li ser Serokatî senaryoyek nivîsî ye. Dibêje, ger min jî bi qasî derziyê jî be tiştek kiribe ji bo vê têkoşînê ez ê kêfxweş bim. Niha ew senaryo pêk tê. Li Rojava tê kişandin.

Navê xwe bi xwe kiriye Edûlê. Gotiye navê Edûlê li min tê. Ji xwe hemû gerîlayên Tevgera Azadiyê navên xwe bi xwe li xwe dikin. Navek ku ji wan re bi wate ye. Navek ku hinek jî  pênaseya kesayeta wan dike. Edûlê jî jineke ciwan a bajarê Amedê ye. Amed, bajarê berxwedanê. Çiqas êş kişandiye xwedê! Çiqas xwestine êş pê bidin kişandin! Lê Amed Surên xwe ji xwe re kiriye mertal û serî natewîne.

Edûlê navê xwe kiriye Edûlê û hatiye serê van çiyan. Dibêje; 'dewlet zarokên me dikuşt. Min nedikarî li hember vê rastiyê bêdeng bim. Zarok bûn fermandarên min ên yekem.' Edûlê kesayetek hestiyar e. Gelek hestan di nav hev de dijî. Carna tişta ku wê kêfxweş dike dide giriyandin jî. Tê zanîn jiyana gerîla bi qasî xweşikiyên xwe dijwar e jî. Edûlê jî para xwe ji herduyan jî girtiye. Êş ew mezin kirine, xweşik kiriye.

Her tim bahsa jiyana gerîla tê kirin. 'cuda ye' tê gotin. Bi rastî jî cuda ye. Edûlê dibêje; li benda mayîna hevaleke ku çûye çalakiyê naşibe tiştek din. Gerîla jî dixwe, radize, dixwîne, temaşe dike. Lê bi ya min, tişta ku jiyana gerîla ji jiyanên din cuda dike; jiyana bi hestên azad e, fikrên azad e. Hewildana avakirina jiyana azad e. Tiştên jiberkirî red dike û dixwaze ji şibakeyek din mêzêne li bûyeran. Di vê serdema zanista pêşketî de bi gotina Serokatî; di mirovbûnê de israr e. Edûlê jî dixwaze hestên xwe yên însanî biparêze. Dixwaze zimanê xwezayê fêm bike. Wê neêşîne.

Edûlê wek gerîlayeke jin li ser çiyayên azad senaryoyek nivîsî ye li ser Serokatî. Dibêje, ger min jî bi qasî derziyê jî be tiştek kiribe ji bo vê têkoşînê ez ê kêfxweş bim. Niha ew senaryo pêk tê. Li Rojava tê kişandin. Dema Edûlê ev xeber bihîstiye têra xwe giriya ye. Gelek hest di nav hev de ne dîsa.

Edûlê kî ye? Kê Edûlê afirandiye. Dîsa bi ya min para herî mezin a Edûlê ye di afirandina xwe de. Dîsa Serokatî ye ku daye afirandin. Ji xwe dema ew jî bahsa Serokatî dike nav çavên wê dikene. Wî wek 'hêvî' pênase dike. Jibo xatirê Serokatî ku di xewna xwe de dîtiye Serokatî jê re gotiye li pîyano bide, niha dest bi jenîna(lêdana) pîyano jî kiriye. Ji bo xatirê xewna xwe ya bi Serokatî re… Serokatî gav dide avêtin. Ew Rêberê ku dixwaze civakek azad bike, ji tak(kes) ve despê dike. Ma ne? Ya rast jî ew e. wê takên azad civaka azad jî bi xwe re bînin.

Pêvajo germ e. Ji Serokatî agahî hatiye girtin. Niha Serokatî dixwaze wê jiyana azad ku bi salan li ser kar dike jiyanî bike. Edûlê jî bi kelecan e. Dixwaze bi Serokatî re, li ser van çiyayan azad jiyan bike. Cihê ku lê rûniştiye pir xweş e. Destê xwe li kêleka xwe dide û dibêje; 'bila Serok bê li vê derê rûnê. Ez ê her tiştî jê re bêjim.' Dikene. Ken, wê xweşiktir dike.

Çiya jîngeha gerîla ye. Edûlê li studyoya ku li çiya ye van karên xwe dimeşîne. Hin plansaziyên din dane pêşiya xwe. Dixwaze şerê tunelan jî nîşanî cîhanê bide. Wê bike jî. Yên ku di nav vî şerî de cîh girtine, helbet wê baştir rastiyan li ber çavan raxin.