Li ser êrîşên ku li bajarokê Xanesorê ya Şengalê pêk hatin re 8 sal derbas bûn. Piştî êrîşan derketibû holê ku di encama planên Tirkiyeyê de pêk hatine. Hewldan û planên qirêj ên dewleta Tirk a dagirker li hemberî îradebûna gelê Êzidî berdewam kirin. Lê Xanesor bi pergala xwe re ji bo herêmê bû mînak.
Di 2'ê Adara 2017'an de hin komên çekdar ên ku ji xwe re digotin "Pêşmergeyên Roj" ji aliyê bajaroka Sihêla ya Rebîha û bajarê Duhokê ve hatin Nahiya Sinunê ya Şengalê û ji wir jî berê xwe dan Komelgeha Xanesorê ya di bin kontrola şervanên YBŞ-YJŞ’ê de ye.
Li ser vê yekê gelê herêmê nerazîbûneke mezin nîşan da û xwestin ku ev kom paşve biçin. Hêzên YBŞ-YJŞ'ê û Asayîşa Êzidxanê jî tedbîr girtin. Li aliyê din jî rayedarên YBŞ'ê bi wan koman re hevdîtin kirin û xwestin ku armanca hatina wan fêr bibin. Di hevdîtinê de derket holê ku ew dixwazin komelgeha Xanesorê û sînorê Rojava dagir bikin. Berpirsên komên êrîşkar ev armanca xwe bi eşkere anîn ziman û gotin ku dê êrîş bikin.
Bi çekên ku ji Êzdiyan re hatibûn, êrîşî Êzidiyan kirin.
Hêzên YBŞ'ê ji bo ku alozî dernekeve, hewldanên xwe domandin, lê di sibeha 3'ê Adarê de komên çekdar bi çekên giran dest bi êrîşê kirin. Komên çeteyan bi 30 Hammer û wesayîtên zirxî, her wiha bi hemû cureyên din ên çekan êrîş kirin. Li ser vê yekê şervanên YBŞ-YJŞ'ê û Asayîşa Êzidxanê bersiv dan û şer derket. Balkêş e, çekên ku komên çeteyan di êrîşê de bikar anîn, ji aliyê dewleta Elmanya ve ji bo ku li dijî DAÎŞ'ê bên bikaranîn, ji rêveberiya Başûrê Kurdistanê re hatibûn şandin.
GERÎLAYÊN HPG’Ê YÊN NAVBEYNKARÎ KIRIN, BÛN HEDEF
Dema êrîş destpê kirin, 2 gerîlayên HPG'ê yên li qada Şengalê hatin herêmê û xwestin ku navbeynkariyê bikin û pêşiya êrîşan bigirin. Lewre di kêliya ku komên çete êrîş kirin de, her du gerîla bêyî ku dest bavêjin çekên xwe derketin pêşiya wesayîtên leşkerî û bi bedena xwe hewldan wan bidin sekinandin. Lê belê çeteyan ew jî kirin hedef û şehîd xistin. Dîmenên wan kêliyan ku ji aliyê çapemeniya azad ve hatin girtin, li tevahiya Kurdistanê û derveyî welat bûbûn sedema hêrseke mezin.
Di pevçûnên ku nêzî 3 saetan dom kir de li ser daxwaza çeteyan agirbest hate îlan kirin. 4 şervanên YBŞ'ê, endamekî Asayîşa Êzidxanê şehîd bûbûn. Cenazeyê 4 şervanên YBŞ' ê, endamekî Asayîşa Êzidxanê û gerîlayek HPG'ê di 5'ê Adarê de li Çiyayê Şengalê hatin veşartin. Cenazeyê 2 şervanan jî li Qamişlo spartin axê.
ROJNAMEVAN RASTERAST KIRIN HEDEF
Dema êrîşên hovane yên çeteyên DAÎŞ'ê ku 3'ê Tebaxa 2014'an li ser Şengalê destpê kirin, endamên çapemeniya azad, hemû hovîtiya çeteyan raxistin ber çavan. Her wiha hemû planên qirêj ên piştî van êrîşan jî derxistin holê. Lewma dema komên çete di 3'yê Adarê de êrîşî Xanesorê kirin, rojnamevan jî kirin hedefa xwe ya sereke. Di êrîşa destpêkê ya 3'ê Adarê de rojnamevan Nûjiyan Erhan birîndar bû. Nujiyan piştî 19 rojan di 22'ê Adarê de li nexweşxaneya bajarê Hesekê ya Rojava şehîd bû. Cenazeyê Nujiyan di 25'ê Adarê de li Şengalê hat definkirin.
DAYIKAN BERÊ XWE DAN ÇEPERÊN ÇETEYAN
Piştî agirbesta ku li ser daxwaza êrîşkaran pêk hat, dayîkên Êzidî li Xanesorê kom bûn û berê xwe dan çeperên êrîşkaran. Dayikan, êrîşkar ji çeperekî derxistin û derbasî cihê ku êrîşkaran xendek dikolan bûn. Dayik di xendekan de rûniştin û xwestin ku ev kom ji herêmê derkevin. Lê êrîşkar dîsa bi çekên xwe li hemberî dayikan sekinîn.
ÇEKÊN KU BIKAR ANÎN VEŞARTIN
Piştî ku wêne û dîmenê çekên Elmanyayê yên ji bo şerê li dijî DAÎŞ' ê hatibûn dayîn, di çapemeniyê de derketin, komên êrîşkar ev çek kişandin eniya paş. Li ser nûçeyan şandeyek ji Almanyayê hat herêmê û lêkolîn kirin.
ÊRÎŞÎ GIRSEYA GEL JÎ KIRIN
Komên navborî piştî êrîşê di navbera bajarokên Sinunê û Xanesorê de bicîh bûn. Li aliyê din ji çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat di serî de Êzidiyan, hemû Kurdistaniyan xwest ku êrîşkar ji herêmê derkevin. Di 7 'ê Adarê de Êzidiyên Kampa Newroz a li bajarê Dêrikê yê Rojava, bi armanca şermezarkirina êrîşê û piştgiriya berxwedana Xanesorê berê xwe dan Şengalê. Lê belê dema girse gihîşt gundê Neîm ê girêdayî bajaroka Rabîa, ji aliyê çekdarên PDK'ê yên li ser sînor ve hatin rawestandin.
ENDAMA TAJÊ QETILKIRIN
Di 14'ê Adarê de bi hezaran welatî ji Rojavayê Kurdistanê û Şengalê hatin Xanesorê, ber bi çeperên komên çete ve dest bi meşê kirin. Bi hezaran kes li ber avahiya PADÊ bi karwanekî ku ji 100 seyareyan pêk dihat derketin rê û derketina Xanesorê dest bi meşê kir. Lê dema girse gihîşt ber çeperan, komên çete bi bombeyên gazê êrîş kirin. Di vê êrîşê de endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Nazê Nayîf Qewal a 20 salî şehîd bû, 10 kes jî birîndar bûn.
Cenazeyê endama TAJÊ li goristana Çiyayê Şengalê bi merasîmeke heybet spartin axê. Gelê Şengalê Navê Kampeka ku Şengalî lê diman û di dema fermanê de xwe spartibûnê ku dikeft herêma Serdeştê ya Çiyayê Şengalê wekî "Kampa Şehîd Nazê" hate binavkirin.
ÇIMA XANESOR?
Bi êrîşan re nirxandin û daxuyaniyên li ser sedema êrîşan zêde bûn. Her wiha gelek daneyên ku sedemê radixe ber çavan derketin holê.
Bajaroka Xanesorê dikeve aliyê Başûr-Rojavayê Çiyayê Şengalê û li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê ye. Dema çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî Şengalê û derdora wê kirin, ev bajar jî hatibû dagirkirin. Bi êrîşa DAÎŞ'ê re şervanên YPG-YPJ’ê li ser banga gelê Êzidî û saziyên wan ji aliyê Rojava bi hawara gel çûbûn. Şervanan cara destpêkê dorpêça çeteyên DAÎŞ'ê li xeta Xanesorê şikandin û xwe gihandin Çiyayê Şengalê. Bi vê hewldanê re di navbera Rojava û Şengalê de korîdorek hat vekirin û bi deh hezaran welatî hatin rizgarkirin.
Di dema êrîşê çeteyên DAÎŞ'ê de YPG-YPJ’ê, her wiha gerîlayên HPG-YJA STAR’ê bi hawara gelê Êzidî ve çûn. Gelê Êzidî jî, ji vê yekê cesareteke mezin girt û hêza xwe ya parastinê ango Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ava kir. Di berxwedana mezin de Xanesor û derdora wê ji çeteyan hatin paqijkirin. Şervanên YBŞ-YJŞ'ê wekî hêzên parastina herêmê ji aliyê gel ve hatin hembêz kirin, her roj tevlîbûna nava refên wan zêdetir bû.
Li aliyê din gelê Êzidî hêdî hêdî vegeriya herêmê û sazîbûnên xwe pêk anîn. Di vê çarçoveyê de komîn, meclîs, meclîsa avaker, Asayîşa Êzidxanê, şaredarî û hwd. hatin avakirin. Her wiha Partiya Azadiya Demokratîk a Êzidiyan (PADÊ) jî hat avakirin û ji aliyê hikûmeta navendî ya Iraqê ve hat qebûlkirin. Bi vî rengî cara yekem gelê Êzîdî bû xwedî îrade û xwe birêvebir. Bajaroka Xanesorê jî wekî sembola vê pergalê derket pêş.
Xanesor bi berxwedana xwe bal kişandibû. Di nav salekê de veguherî û bû mînak. Bi hezaran welatî yên ku ji ber zilma çeteyan koçber bûbûn vegeriyan warê xwe. Rengê pergala rêveberiya xweser zelaltir bû, saziyên wê mayinde bûn. Piştî salekê êdî gelê Êzidî ji parastinê heta siyaset, xizmetguzarî, jin, ciwan, çand û aborî di hemû mijaran de bû îradeyek. Gelê Şengalê îro jî xwe bi wê berxwedana Komelgeha Xanesorê ya ku beriya 8 salan hatibû pêkanîn, xwe rêve dibe û êdî ew berxwedanî veguheriye pergala xweserî û xwe rêvebirinê.