Cûdî: Navê sirûda me ya nû 27'ê Mijdarê ye

Endama Koma Awazên Çiya Têkoşîn Cûdî ragihand, wan bi wesîleya salvegera 40'emîn a damezrandina PKK'ê bi navê '27'ê Mijdarê' sirûdeke nû çêkirine û ev berhem ji bo raya giştî îlan kir.

Endama Komîteya TEV-ÇAND'ê û Koma Awazên Çiya Têkoşîn Cûdî, tevlî bernameyeke taybet a Radyoya Dengê Welat bû û li ser sirûda nû agahî da.

Cûdî destpêkê berxwedana li zindanan, bi taybetî berxwedana Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemergê Leyla Guven pîroz kir û got; "Em îlhama xwe ji van berxwedanan digirin."

Cûdî têkildarî berhema xwe ya nû ev agahî da: "Navê berhema me 27'ê Mijdarê ye. Di nava vê berhemê de me hewl da em behsa berxwedanên hatine kirin, xweşikbûn û ala PKK'ê ku bi xwîna şehîdan hatiye xemilandin bikin. Her salvegereke damezrandina PKK'ê mîna vejînekê ye. Ji ber vê ye ku me navê 27'ê Mijdarê lê kiriye. Çêkirina van berheman jî wê dewam bike. Ji ber ku têkoşîna PKK'ê her dewam e."

Cûdî bi bîr xîst, berê jî xebat û berhemên wan ên çêkirina sirûdan hebûne, lê li ser PKK'ê cara yekemîn e tê çêkirin û got, "Rîtma wê rîtmeke sirûdî ye. Melodiya wê pir hişk nîne. Di naveroka wê de ruhê şoreşgerî, berxwedanê heye. Ango me hewl da melodiya wê yekser girêdayî naveroka wê çêbikin. Bi gotineke din, li ser esasê avakirina hestên PKK'ê me ev yek amade kirine."

Di dawiya bernameyê de, sirûda '27'ê Mijdarê' bi guhdaran hate parvekirin.