Jinan, Rojbinê di rojbûna wê de bibîranî

Jinan, Rojbinê di rojbûna wê de bibîranî

Îro rojbûna Fidan Dogan (Rojbin) bû ku li Parîsê tevî 2 hevalê xwe yê jîn hatibû qetilkirin. Di rojbûna wê de hevalên wê yên jin û welatparêzên Kurd ji bo wê hatin cem hev, mûm pêxistin û stranên ku ewê ji hêz dikir gotin.

Îro rojbûna Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê û aktivîsta jin Fidan Dogan bû û ew îro kete temenê xwe yê 31'an. Jinên Kurd û hevalên wê yên xebatê di rojbûna wê de li Komeleya Çanda Kurd a Parîsê hatin cem hev û Fidan Dogan carekî dî bibîranîn.

Di çalakiya bîranînê de bi navê Tevgera Jina Kurd a Ewropayê axaftinek hate kirin û hate diyar kirin ku Rojbin di rojbûna xwe de ji aliyê sedhezaran ve hatiye pêşwazî kirin û wiha hate gotin: "Rojbûna te pîroz be, oxir be Rojbin. Em carekî dî soza ku me dayî Rojbin, Sara û Ronahî dûbare dikin. Emê wekî jinên Kurd têkoşîna wan xûrt bikin."

Piştre sinevîzyona di derbarê jiyana Rojbinê de hate temaşe kirin. Lê belê jinan dema dîmen û wêneyên wê yên bi ken dîtin, rondik ji çavên wan hate xwarê. Sinevîzyon bi helbesta "Eger ez li Parîsê bûma" ku ji bo 3 siyasetmedarên Kurd hatibû nivîsandin, dawî lê hat.

Piştre jî bi sedan kes ber bi Bureya Enformasyona Kurd ku komkujiya 9'ê Çileyê li wîr pêk hatibû, meşiyan. Jinên ku di mejê de wêneyên her sê şoreşgerên Kurd hilgirtin û dirûşmeyên "Şehîd Namirin" qêriyan, destegul danîn ber deriyê buroyê.