Jinan li Rûsyayê êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin
Jinên Kurd ên li Krasnokûtê dijîn, êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê şermezar kirin.
Jinên Kurd ên li Krasnokûtê dijîn, êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê şermezar kirin.
Jinên Kurd ên li navçeya Krasnokût a bajarê Saratav ê Federasyona Rûsyayê dijîn, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin.
Bi vê armancê jin li ber Navenda Çanda Kurd li hev civiyan. Endama Rêveberiya Tevgera Jinên Kurd li Rûsyayê Fatma Qadir bi navê çalakgeran axivî û got, "Dewleta Tirk bi her tiştên xwe êrîşî Kurdan dike. Jin, zarok ne xema wan e, yekser êrîşî sivîlan dikin. Hêzên navneteweyî li pêşberî komkujiya ku li sivîlan tê kirin hê jî bêdeng in. Gelê Efrînê ne tenê xaka xwe, her wiha rûmeta mirovahiyê jî ji van çeteyên zalim diparêze."
Di dawiya çalakiyê de dirûşm hatin qîrîn û terora dewleta Tirk hate şermezarkirin.