Jinan li pêşiya NY bang kirin: Bêdengî mirin e!

Li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ji 19’ê Adarê ve greva birçîbûnê ya bi dorveger heye. TJK-E’yê greva birçîbûnê wergirt û bang li saziyên navneteweyî kir ku bila ji bo Efrînê têkevin nav hewldanan.

Jinan diyar kirin ku dewleta Tirk dixwaze li Rojava pêşiya şoreşa jinan bigire û gotin “Em ê li ber xwe bidin û em ê Efrînê azad bikin. Bêdengî mirin e.”

Greva birçîbûnê ya ku di 19’ê Adarê de li Cenevreyê li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî bi tevlêbûna parlementerên HDP’ê û hevşaredaran hatibû destpêkirin, di roja 17’emîn de didome. Jinên PYD-Ewrûpa duh çalakiya greva birçîbûnê wergirtin û diyar kirin heta ku Efrîn azad bibe wê çalakiyên xwe bidomînin.

LI EFRÎNÊ QIRKIRIN HEYE

Jinên ku li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî çalakiya xwe didomînin ji aliyekî ve êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê şermezar dikin û ji aliyê din ve jî bêdengiya NY tê şermezarkirin.

Greva birçîbûnê ya ku Yekîtiya Jinên Sosyalîst û tevgerên femînîst jî piştgiriyê didin wan, bi tevlêbûna 40 jinên ji bajarên cihên yên Ewrûpayê didome. Jin li vê derê diyar dikin ku li Efrînê qirkirinek tê kirin û berxwedana Efrînê ya li dijî dagirkeriyê tê silavkirin.

‘WÊ JIN LI BER XWE BIDIN Û EW Ê EFRÎN AZAD BIBE’

Jinên çalakger li vê derê diyar dikin ku bi dagirkeriya li ser Efrînê re, dagirker dixwazin pêşiya şoreşa jinan a Efrînê bigirin. Jinan bal kişandin ser vî tiştî ku ew ê li ber xwe bidin û ew ê Efrînê azad bikin.

‘CPT DIBE ŞIRÎKÊ TECRÎDÊ’

Jinan rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî pîroz kirin û bi belavokan re bal kişandin ser tecrîda giran a li ser Ocalan. Jinan nerazîbûn nîşanî rapora CPT’ê dan a ku CPT’ê piştî du salan ji raya giştî re eşkere kiriye. Jinan bal kişandin ser vî tiştî re, CPT jî bi helwesta xwe dibe şirîkê tecrîda li ser rêzdar Ocalan.