Jinan li Frankfûrtê teşeyên tevna şoreşê nirxandin

Konferansa jinê ya navneteweyî ku li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê pêk hatî bi rûniştina, “Şoreşa dimeşe: Em pêşeroja xwe bi hev re bihonin” bi dawî bû.

Bi rûniştina ku serpêhatiyên erdnîgariyên cihê hatî nirxandin konferans bi dawî bû. Rûniştin bi axaftina Zozan Sîma a Komîteya Jineolojiyê û Besê Erzîncan a Koordînasyona PAJK’ê destpê kir.

Di rûniştina ku moderetoriya wê Meral Çîçek a ji REPAK'ê kirî de, ji platforma jinên reşik ên Îngilîstanê Siana Bangura, ji zanîngeha Westminster a Îngilîstanê Radha D'Souza, ji Misirê Shereen Ebu El Naga, ji Tevgera Jinên Kurd Rojda Yildirim û ji Tevgera Gelên Xwecihî yên Meksîkayê Sylvia Marcos axivîn.

'PIRSGIRÊKA HERÎ GIRÎNG PIRSGIRÊKA BI AZAD XWE DERBIRANDINÊ YE'

Endama platforma jinên reşik ên Îngilîstanê Bangura straneke reşikan a berxwedanê sitriya û got, “Li Îngilîstan û tevahiya Ewropayê pirsgirêka sereke ew ku mirov bi awayekî azad nikarin nasnameya xwe ya neteweyî an jî zayendî bînin ziman.

Bangura anî ziman ku ev jî xaleke ku dîrok jê bê paqijkirin e û bal kişand li ser zexten li Filîstîn û Rojava pêk tên.

'PÊŞEROJ WÊ ÇAWA BÊ HONANDIN?'

Ji zanîngeha Westministerê Radha D'Souza jî di axaftina xwe de mijara ku jin pêşeroja xwe bihonin nirxand.

D’Souza, "honandina keziyan û cotkarî jinan afirand. Karê honandin û cotkariyê niha girêdayî şirketên mûltî-nasyonal e. Ez dixwazim di derbarê çawabûna honandina pêşeroja me de, mînaka Hindistanê bidim. (....) Kesên ku dixwazin pergala baviksalar ji holê rabe, divê jibîr nekin ku kapîtalîzm û mêtîngerî tim bi şêweyên curda pergalên xwe yên zext û zorê saz dikin. Lewre divê em li hemberî mêtîngerî û kapîtalîzmê her tim têbikoşin. Jinan bi hezar salan li dijî mêtîngeriyê têkoşîn meşandiye.”

'KEVNEŞOPIYA JINAN A BERXWEDANÊ DIDOME'

D'Souza anî ziman ku li Hindistanê kevneşopiya berxwedana jinan didome û niha bi dirûşmeya, “Av, ax û daristan” berxwedan didome.

D'Souza destnîşan kir ku dewlet pirsgirêkên heyî bi mîlîtarîzasyonê pêk tîne û niha berxwedan ji bejahiyan ber bi bajaran ve belav bûye.

D'Souza, "Her ku mêtînger xaka me dagir kirin, mejiyê me jî dagir kirin. Êdî naxwazin mirovên me li zanîngehan bixwînin. Têkoşîna av, ax û daristanê, di navenda hemû xebatên me de ne. Jinên li bejahiyê qala dewleta zordar dikin, jinên bajaran qala pergala lîberal dikin, jinên li bejahiyê qala berxwedana çekdarî dikin, jinên li bajêr dijîn qala guhertinên destûra bingehîn kirin.”

D'Souza anî ziman ku di pergala baviksariyê de ax ya mêr e û ligel ku ya axê diçîne jin e jî nikare xwemaliyê lê bike. Ti car kes qala tundiya navmalî, qaka kuştinên jinan nake. Di civakên xwecihî de rewş cudatir e. Hêj gelek tiştên em fêr bibin hene.

'DIVÊ ARMANCA ME DAWÎLÊANÎNA ZAYENDÎPERESTIYÊ BE'

Profefora lîteratûra Îngîlîzî ya Misirî Sheerîn Ebû El Naga jî got: "Ez dixwazim qala honandinê bikim.” El Naga, anî ziman ku divê armanca sereke qedandina zayendîperestiyê be.

Girîng e ku edaleta civakî, bê sazkirin û pêşî li objekirina bedena jinê bê girtin. Ez weke femînîstekî dibêjim ku divê polîtîkayên zayendî yên li herêma Menayê neyên piştçavkirin. Suneta jinê êşkenceyeke mezin a li hemberê jinê ye.

Jinên Sûdanî bi awayekî komî û sîstematîk li rastî destavêtinê tên û bi êşkenceyê re tên derbaskirin.”

El Naga, jinên li Sûriyê ketî destê DAÎŞ’ê jî bibîr xistin û got: "Divê hêzeke me ya kolektîf hebe. Divê em hê z û zanîna civakên xwe derxin holê. Divê em hemû çîrokên xewnreşkên xwe binivîsin. Divê em bidin zanîn ku em ne bi tenê ne û her ku me hevpariya xwe zêde kir em ê hêza xwe derxin holê.”

'TEVGERA JINÊN KURD JI SERPÊHATIYÊN CÎHANÊ SÛD WERGIRT'

Endama Tevgera Jinên Kurd Rojda Yildirim jî anî ziman ku liberrabûna jinan li hemberî tevahiya cureyên baviksalariyê heye û wiha pêde çû: "Bi rojaneyî şerekî ku jinê ji hêla sosyal, psîkolojîk, ekonomîk ve li dijî jinê tê meşandin heye. Ji bo wê dema em qala şer dikin, vê konferansê danî holê ku sîstem bi awayekî sîstematîk li ser me şer dimeşîne. Wê demê em dikarin çi bikin ku vê pergala li tevahiya cîhanê bûye girehişk û veguheriye bûye qirkirina jinê, çawa bişkînin.

Me weke Tevgera Jinanên Kurd, dest bi pêngaveke nû kir û em pêvajoya borî dinirxînin. Em, tenê bi sûcdarkirina mêr ve tim bi pergala baviksalarî xwe nakin. Em destpêkê rexnedayînê didin. Rexne û rexnedayîn pergala ku hiştiye Tevgera Kurd tim xwe nû bike.

Tevgera Jinên Kurd, ji serpêhatiyên rêxistinên anarşîst, çepgir û sosyalîst sûd wergirtiye û ji kêmasiyên wan jî ders deraniye û hewl dide ku nekeve heman kêmasiyan.

Ji bo sazkirina nasnameya jinê em ê tu carî pişta xwe li destûra bingehîn a dewletan girê nedin. Mijareke din a hemû beşdarvanan bal kişandî se, mijara xweparastinê ye.

Her jina ku hatî kuştin, ji hêla me ve bangawaziyeke rexnedanê ye. Divê em bikaribin tevneke gerdûnî ya rêxistinbûna jinê saz bikin."

Konferans bi axaftina girtinê re qediya.