Jinan ji Amedê bang kirin: Em ê ji vê rêyê venegerin!

Bi hezaran kesî li Amedê 3 jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin bi bîr anîn. Di bîranînê de Hevseroka KCD’ê Selma Irmak wiha got: “Heta em negihêjin serketinê em ji vê rêyê venagerin.”

Bi hezaran kesî li Amedê 3 jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin bi bîr anîn. Di bîranînê de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Emîne Ayna destnîşan kir ku wê azadiya gelê Kurd neyê astengkirin. Hevseroka KCD’ê Irmak jî wiha got: “Heta em negihêjin serketinê em ji vê rêyê venagerin.”

Jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, li Amedê hatin bîranîn.

Bi hezaran kesên hewl dan ji Qada Batikentê ber bi Qada Stasyonê bimeşin rastî astengiya polîsan hatin. Girseyê jî ev rewş bi dirûşmeyên, “PKK’e Gel E, Gel Li Vir E” protesto kir.

Bîranîna ku Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Selma Irmak, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Emîne Ayna, hevserokên DBP û HDP’ê yên bajar tê de cihê xwe girtin, li Qada Batikentê hat lidarxistin. Wêneyên jinên şoreşger ên Kurd ên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Di bîranînê de pankartên, “Em tev Leyla, Sakîne û Fîdan in”, “Şîdeta li dijî jinê îdeolojîk e”, “Em hemû Fîdan in” hatin vekirin wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin rakirin. Rêzgirtin bi sirûda Çerxa Şoreşê re pêk hat. Bi hezaran kesî ji devekî dirûşmeyên, “Şehîd Namirin”, “PKK’e Gel E, Gel Li Vir E”, “Bijî Serok Apo”, “Qatil Dewlet Wê Hesap Bide”, “Em Ê Bi Berxwedanê Bi Ser Bikevin” berz kirin.

Di bîranînê de Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Bajar Hafîze Îpek mafê axaftinê wergirt, qetlîam nelet kir, ji bo pêşîgirtina qetlîamên nû, banga mezinkirina têkoşînê kir. 

AYNA: BI QUTKIRINA KULÎLKAN BIHAR NAYÊ ASTENGKIRIN!

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Emîne Ayna ji helbestekê mînak da, got: “Hûn ê nikaribin hatina biharê bisekinînin, azadiyê asteng bikin.”

Ayna bi qetilkirina Sakîne û îro jî bi ya Sêvêyan tenê hêrsa wan zêde dike, destnîşan kir ku wê ji têkoşîna xwe veneqetin.

IRMAK: ME CAREKÊ SOND XWARIYE!
 
Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Selma Irmak jî wiha got: “Bila tevahî cîhan guhdar bike, guhên xwe veke û baş fêm bike, em dest ji berxwedana xwe bernadin. Me carekê sond xwariye; an azadî, an azadî! Di êrîşan de herî zêde berê xwe dan jinan, ji ber ku jin jiyana nû dafirînin. Ti qetlîam wê nikaribe berxwedana jinan asteng bike. Heta em negihêjin serketinê em ji vê rêyê venagerin.”