`Li Parîsê êdî şembelot nayên firotin`,
Darên sertewyayî xwîn digirîn,
Niha keçên ciwan bi xemgînî li stêrkan dinêrin...
Dema xort bi hêrs li cîhanê temaşe dikin, bi çilmisîbûneke sivik-î kûr a hebûnê dijîn..
*** *** ***
Ji Dêrsimê heta zindana Amedê,
Ji Bekayê berbi çiyayên bi bêhna rihan û simbilan ve,
Jiyana jinekê ku ji wir jî, dirêjî Ewrûpayê dibe ku li himberî sîstema mêr û kedxwariyê çoknade erdê, bejna xwe natewîne û ji prensîbên xwe tawîzan nade
divê hûn teqez lê teqez hûn wê nasbikin..
*** *** ***
Yekemîn keça bi hirs,
serhildêr,
sernetewyayî, jîr û çeleng
a Dêrsimê:
SAKÎNE CANSIZ...
*** *** ***
Sakîne Cansiz, wê hertim weke jineke Kurd a berxwedêr were bibîranîn ku li zindanan û her devera ew lê bû, pişt li kedxwaran dişkand...
*** *** ***
Jina herî
bi helwest û helwestgir
herî canfeda
herî bi rik
herî bi biryar
herî bi erdem: Sakîne Cansiz
*** *** ***
Ger bi hingivî, wê bibe xwîn û bi boşî biherike,
Ger lê binêrî, wê rondikên wê bibin xemgînî mîna lehiyê biherikin,
Ger himbêz bikî wê bibe feryad û fîxan li çiyayan olanan vede,
Dema hêrs bibe dibe serhildan jina serhildêr a Dêrsimê