Jina Tacik: Di kesayeta hersê jinan de cejna hemû jinên Kurd pîroz dikim

Jina Tacik: Di kesayeta hersê jinan de cejna hemû jinên Kurd pîroz dikim

Endamê Komîteya Karûbarên Kêm Netewa Ya Hikûmeta Moskowa, Seroka Navenda Çanda Tacik a Moskowa û Endama Akademiya navnetewî a Yekîtiya Manewî ya gelê Cîhanê Xemrekulova Xurşîda Devronovna bi mabesta salveger û 8’ê Adarê, her wiha ev roj ji bo jina tê çi wateye û pêwîste jin çawa nêzî vê rojê binin ji ajansa ANF’ê re axivî.

Jina Tacik Xemrekulova Xurşîda Devronovna ku ji buçukatiya xwe ve li Rusyayê dijî û îro di gelek saziyanda endamê rêvebirîyê û xebatkarek aftik ya mafê jina ye. Devronovna ji ser mabesta salvegera roja jinên kedkarê cîhanê 8’ê Adarê û sê jinên Kurd yê ku li paytexta Fransayê Parsê hatibûn Qetilkirin nerîn û hêstê xwe bi  me re par vekir.  Devronovna di nirxandina xwe de diyar ku gelo jin di cîhanê de xwe aram hîsdikin û got:

“Em îro li ber deriye cejneke mezin sekinîne, navê wê cejnê jî bihar e. Çima bihar? Ji ber ku di vê demsalê de du cejnên pir xweşik hene: yek Roja jinên kedkar ên cîhanê 8 Adarê û Cejna gelên aryanî  Newroz, ku îro bûye cejna gelek netewên ku di bin baskê şaristaniya kevnar a aryan de mezin bûne û pêşketine. Divê ez diyar bikim ku ev cejn li Moskowayê bi awayekî berfireh tê pîrozkirin. Lê îro, berî her tiştî ez dixwazim bi munesebeta Cejna jinên kedkar ên cîhanê 8 Adarê, we hemûyan pîroz bikim. Pîrozkirina vê rojê ne rasthatiniyek e, bi dehan sal beriya vê jinan ji bo wekhevî û pejirandina mafên xwe têkoşîneke dijwar meşand. Û heta niha di vê mijarê de jinan gelek xebat kir, lê gelo bi têra xwe têkoşîn hatiye kirin, ku jin di vê cihana zehmet de xwe aram hîs bike?”

PÊWÎSTE DI HEMÛ BEŞÊ CIVAKÊ DE JIN XWE TEMSÎL BIKE

Jina Tacik Devronovna li ser roja jinê ya di civakê de da diyarkirin ku pêwîste di hemû beşê civakê de xwe temsîl bike û got:  “Tiştê balkêş ew e ku ji kevnariyê ve jin weke îdealeke xweşikbûnê dihat pejirandin, rêz li ber jinê dihat girtin, jin dihat heskirin, ew dibû mijara vegotina di helbestan de û ev tiştekî pir xwezayî ye. Hema hema di nav hemû gelan de wisa bû, lê tevî vê jî di jiyana civakî de jin gelek caran ji azadiyê bêpar dima û li rastî zextan dihat. Ji jinê re rola bermaliyê, parazvana ocaxê, perwerdekara zarokan dihat veqetandin, ev tiştekî ne şaşe, ji xwe xweza wisa diyar kiriye ku jin berî her tiştî dayîke, parazvana ocaxê, perwerdekara zarokan, dosta herî nêz a zarokên xwe, parazvana malbatê. Lê gelek jin dixwazin di tiştên din de jî aktîv cî bigirin: di jiyana sosyal de, di jiyana siyasî de, di jiyana hunerî de, di jiyana profesyonel de û ji bo pêkhatina vê jî pêdivî bi hin mercan heye, dema ku civak astengiyan çê dike, têkoşîn û berxwedanî destpê dikin.Lewra di sedsala 20’an de tevgera femînîstan ewqas berfireh bû.”

KARÊ HER SÊ JINA DIKIR PÎROZ BÛ

Li ser qetilkirina sê jinên Kurd ya li peytexta Fransa Parîsê jî Devronovna nerînê xwe anî ziman û got: tenê tirsonek bi dizî guleyan davêjin mirova. Devronovna axaftina xwe wiha berdewam kir: “9’ê Çileyê li Parîsê trajediyek hat jiyankirin, sê jinên ku di siyasete de cî digirtin, li ser pirsgirêkên kurdan ên civakî dixebitîn, bi awayeke hovane hatin qetilkirin, ev yek jî di navenda Ewropayê de pêk hat. Kê ev kuştin pêk anî? Ji bo çi û bi çi armancî kir? Bi armanca ku milet çavtirsî bike? Yan jî ji bo hêzbûna xwe li pêşberî sê jinên bêçek, nîşan bike? Yek tiştê ku ez dixwazim bêjim, ev e: Tenê tirsonek bi dizî ve guleyan diavêje mirovan. Tenê tirsonek! Eger tu wêrekî, tirsa te tune ye û tu xwe wek qehreman û xizmetkarê armancekê dibînî, derkeve meydanê û eşkere, rû bi rû li pêşya wan jinan bisekine û bi çekên wan ve bi wan re şer bike. Ew jin siyasetmedar bûn, kedkarên azadiyê bûn ji bo parastina mafên mirovan têdikoşiyan. Eger dikarî derkeve holê û mîna wan jinan karekî wisa pîroz bike. Ew hersê jin bêçek bûn, wan êrîş nebir ser tukesî. Mirov dikare wan jinan pîroz bihesibîne, ji ber ku wan ji bo heqîqetê jiyana xwe ji dest da. Wan ji bo gelê xwe, ji bo pêşeroja nifşa nû jiyana xwe ji dest da. Ez dixwazim îro ji tevahiya jinên Kurd re vê yekê bibêjim: Jinên hêja, bila ev bûyer, ev nêzîkatî û  lêvbaziya tirsonekan a li dijî jinên merd, wê netirsîne. Çima dibêjim merd, ji ber ku ew kesayetên bihêz bûn, bi zimanê tacîkî dibêjin “mard”. Ew wisa bûn. Divê em netirsin. Em, hemû kesên ku ser pirsgirêkên siyasî yan civakî disekinin. Divê em ji bo tehdîta tirsonekan dev ji kare xwe bernedin.”

DI KESAYETA HERSÊ JINAN DE CEJNA HEMÛ JINÊN KURD PÎROZ DIKIM

Devronovna  di berdewama axaftina xwe de di kesayeta hersê jinên Kurd de cejna 8’ê Adarê li hemû jinên Kurd pîroz kir û got: “Di vê rojê de ez dixwazim serxweşiyê bidim malbatên wan jinên ciwan. Temenê wan ciwan bû. Diviyabû ku ew hê bijîn û bijîn. Wanê hê gelek karên mezin bikira. Ez dixwazim ji tevahiya gelê Kurd re, ji tevahiya jinên Kurd re, ji tevahiya xûşkên xwe re sersaxiyê bidim. Û cejna hatina biharê li we hemûyan pîroz bikim. Ew dema ku xweza şiyar dibe, gul şîn dibin, geş dibin, di vê deme de jin jî geş dibin, dibin mîna gul û sosinan. Ez dixwazim ku xûşkên min bextewar bin, ji bo xûşkên min di ahengiyê de jiyan bikin. Bila dayîk bigihîjin aramiyê, bila zarokên wan xweşbext bin, ji bo dayîkan tiştê herî girîng bextewariya zarokên wan e. Bila mêr jî qedirê jinan bigirin û mîna k udi helbestan de tê gotin: bila jinan li ser destê xwe bigerînin.”

BALAFIR BÊPÎLOT NAYÊ FIRANDIN

Di berdewama axaftina xwe de Devronovna da diyar kirin ku, balafir bêpîlot nayê firandin azadî jî bê jin nabe û got: “Gelî jinên hêja, ez dixwazim ku ev bihar, bihara sala 2013’an ji we re 100 hezar şabûnê bîne. Bila heskirin, dostanî û qencî bibe para we. Bila hertim Rojê geş û ezmana sayî li ser sere me be. Bila jiyana me bi bombebaranê, bi balafirên bêpîlot, neyê tarîkirin. Bila rêzegule neyên avêtin, eger bên avêtin jî bila tenê bi munesebeta cejnê bên avêtin. Em jin herdem alîgirên aştiyê ne, em heskirên qenciyê ne. Bi jinan di gerdûnê de jiyan didome û bi hewldana jinan şer bi dawî dibin.”

BI HELBESTEKÊ XATIR XWEST

Devronovna axaftina xwe bi helbestekê bidawî kir. “Qewmekî min ê ruhanî heye, helbestvanekî farisî, tacîkî ye, navê wî Ûnsûrî ye. Wî ji bo jinan, di kesayeta heskiriya xwe de wiha gotiye:

Ez rû û keziyên yara xwe bişibînim çi?

Hem kulîlka xweşbêhn e, hem şeva rojê tîne

Hem gula ku bedewiya wê bi giya hat veşartin,

Hem şeva ku bi hatina rojê re cîhan diterikîne.

Ji bo min reşiya porên wê ji roniyê pîroztir e

Her çiqas gerdûn dibêje tim roniyê bibijêre.

Di helbestên farisî de bi vî rengî xweşikbûna jinê vedigotin. Jin û xweşikbûna jinê ne tene yek ji mijarên herî sereke ya helbestvaniya  farisî û tacîkî ye, lê herwiha mijara sereke ya helbestvaniya cîhanî ye.

Ji bo hatina vê rojê avakerê helbestvaniya farisî, tacîkî Abdallah Rûdakî wisa gotiye:

Bi bêhna xweş a gul sosinan, vegerî bihara rengîn,

100 hezar şabûn û jîndarî, ewê bi xwe re anî.