Jina rastî tecawîza cerdevan hat: Bi zorê gurçika min girtin
Jina rastî tecawîza cerdevan hat: Bi zorê gurçika min girtin
Jina rastî tecawîza cerdevan hat: Bi zorê gurçika min girtin
Li navçeya Gêla Amedê 4 sal berê 8 kesî tecawîzê keça cerdevanekî kir. Jina bi navê Z.M ya 17 salî di danişîna dozê de diyar kir ku cendermeyan ew biriye cihekî û gurçika wê ya yek jê girtine.
Danişîna doza tecawîzê ya kul i navçeya Gêlê ya Amedê li gundê Bahşiyan pêk hat li Amedê pêk hat. Di danişînê de 7 tecawîzkar ne amade bûn û tenê A. M amade bûn. Z.M, bavê wê yê cerdevan N.M û parêzerê wê tevli bû.
Parêzera Z.M Gulten Aday axivî û got muvekîla wê piştî danişîna yekemîn ji aliyê fermandariya Gêlê û Pîranê ve hatiye revandin û got: “Pişt hatiye revandin gurçika wê ya yek jê girtine. Dema hat buroya me got serlêdana suc bike. Lê ji ber gefan qebûl nekir. Em dixwazin dadgeh empatiyê bike û bersucan bigirin.
Z.M jî wiha got: “Tiştên parêzera min gotine rastin. Gurçika min li Pîranê girt. Ez cihê wê baş nizanim. Du meh berê bû.