Jin û zarokên li Montpellier ji Ocalan re name nivîsîn

Li Montpellierê, jinên ku ji Ocalan re name nivîsîn, êrîşên li dijî Rojava şermezar kirin. Zarokan jî ji Rêberê xwe re wêne şandin.

Jinên Kurd ên li bajarê Montpellier ê Fransayê, name ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nivîsîn, bi rêka postayê jî ji Girtîgeha Girava Îmraliyê re şandin. Zarokan wêneyên ku ji bo Ocalan çêkiribûn jî şandin Îmraliyê.

Di çalakiyê de ku bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk pêk hat, jinan tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin, gotin; “Heta azadiya Ocalan wê têkoşîna me bidome.”

Jinan, êrîşên dewleta Tirk a bi ser Rojava şermezar kirin, gotin; “Roja Yekşemê ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava em ê li Qada Comedie çalakiyekê li dar bixin” û banga tevlîbûnê kirin.