Ji YXK û Ciwanên Azad di avahiya CDU de çalakiya bêîteatiya sivîl

Ji YXK û Ciwanên Azad di avahiya CDU de çalakiya bêîteatiya sivîl

Endamên Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê û Ciwanên Azad, bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê û protestokirina êrîşên çeteyên barbar ên DAIŞ’ê, di avahiya CDU ya Dortmundê, ku hevkara hukûmeta Elman e, de çalakî pêk anîn.

Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) û Ciwanên Azad derbarê mijarê de daxuyaniyek dan û aşkere kirin ku bi armanca Partiya Xrîstiyan Demokrat a Elman (CDU) li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hestiyar bibe, vê çalakiyê li dar dixin.  Rêxistina ciwanên Partiya Çep a Elman Die Linke destekê didin çalakiya  ciwanên Kurd.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şervanên YPG û YPJ’ê li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê berxwedaneke bêhempa dimeşînin û hate gotin ku hin alî û derdorên navneteweyî li hemberî van êrîşên çeteyan bê helwest mane. Ciwanan bêdengiya welatên rojava rexne kir û gotin: “Bi taybet hukûmeta Elman û partiya CDU ku du car e di hukûmetê de cih digire, li hemberî êrîşên DAIŞ’ê bi awayeke durû û oportonîst tevdigerin.”

Ciwanan, bi bîr xistin ku hukûmeta Elman, herî dawî roja 2’yê cotmehê biryar daye ku çekan bişîne ji Qeter û Erebîstana Siûdî yên ku destekê didin DAIŞ’ê û destnîşankirin ku xemsarî û durûtiya Elmanyayê ya li hembeîr mijara DAIŞ’ê aşkere bûye.

Ciwanan di daxuyaniya xwe de gotin: “Em weke Ciwanên Azad û YXK, ji bo xeteriya komkujiya ku DAIŞ li Kobanê pêk bîne, ji raya giştî ya cîhanê, civaka sivîl û demokratîk re rabigihînin, me dest bi çalakiyan kiriye.  Bi vê boneyê, em di avahiya Navenda Dortmundê ya partiya CDU’ya Serokwezîr Angela Merkel endama wê ye, çalakiya bêîteatiyê li dar dixin.” Ciwanên Kurd ev daxwaz ji partiya CDU û hukûmetê kirin

-Bila Elmanya firotina çekan bo Qeter, Mîrîtiyên Yekgirtî yên Ereb, Kuwêt, Ûman û Urdinê rawestîne. Divê CDU helwesta xwe ya li hemberî êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê aşkere bike, ji raya giştî re rabigihîne û bikeve tevgerê. Di her warê polîtîk, dîplomatîk, lojîstîk û xweparastinê de alîkariyê bidin gelê li Kobanê li ber xwe dide.

-Bila CDU û hukûmeta Elman zextê li Tirkiyeyê bike ku êdî destekê nede DAIŞ’ê. Ji bo pêşîlêgirtina hewldana dagirkeriya Rojava ya Tirkiyeyê, Elmanya xwedî mekanîzmayên girîng e. Bila di vî warî de zextan li Tirkiyeyê bike û destekê bide pêvajoya çareseriyê ya ku sala 2013 hatiye destpêkirin.

-Bila qedexeya li Elmanya û Ewropayê li ser PKK’ê hatiye dayin û Kurdan bi vê yekê krîmînalîze dike, rake û polîtîkayên ku dê feydeyê bidin gelan bimeşîne. Divê Elmanya li dijî çeteyên DAIŞ’ê tedbîrên ciddî bigire.

Ji bo daxwazên ciwanan were gotûbêjkirin û bên ragihandin, ciwanan daxwaz kirin ku bi awayeke yekser bi Parlementerê CDU yê Meclîsa Federal Steffen Kanitz û Parlementera Federal a CDU ya NRW’ê Claudia Middendofê re hevdîtin pêk bînin. Her wiha, ciwanan da zanîn ku ew dixwazin bi telefonê bi Serokwezîra Elmanya Angela Merkelê re hevdîtin bikin û derbarê rewşa Kobanê de agahî bidin.

Di daxuyaniyê de, çapemeniya Elman jî ji bo şopandina çalakiya bêîteatiya sivîl hate vexwendin.