Endamê Meclîsa Şaredariya bajarê Borlange yê Swêdê Yûsûf Erdem ê ji Partiya Karker a Sosyal Demokrat diyar kir ku encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê wê yekser bandorê li pêvajoya aştiyê ya li Tirkiye û Kurdistanê bike. Erdem bang li Kurdistaniyan û hemû hindikahiyan kir, ku dengê xwe bidin HDP'ê.
Erdem ku tevî mamostetiya zimanê Kurdî, wezîfeya serokatiya Komeleya Diyalogê ya Navneteweyî jî dimeşîne, anî ziman ku li bajarê Borlange 2 hezar, li herêma Dalarnayê bi qasî 4 hezar Kurd dijîn û destnîşan kir ku piraniya wan jî ji ber zextên dewleta Tirk ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê reviyane û xwe li Swêdê girtine.
Erdem got, "Bi dîtina min, Kurdistaniyên li vê derê dijîn, li şûna AKP, CHP û MHP ên hebûna Kurdan înkar dikin, wê dengê xwe bidin HDP a mafên Kurdan diparêze. Li parçeyên din ên Kurdistanê gelê Kurd mewziyên nû bi dest dixe. Divê HDP di hilbijartinên Hezîranê de bendê debas bike." Erdem diyar kir ku eger ev nebe, dibe ku encama derkeve holê bandoreke neyînî li pêvajoya aştiyê bike û ev xal destnîşan kir:
"Hebûna HDP'ê li Meclîsê ji bo pêşeroja Kurdan û gelê bindest û demokrasiyê pêwîstî ye. Wê pêşî li AKP'ê bigire ku bi tena serê xwe qanûnan biguherîne. Eger HDP bendê derbas neke, rîsk heye ku AKP sîstema serokatiyê bîne û Recep Tayyîp Erodgan jî bike serok."
Erdem anî ziman ku cihgirtina HDP'ê di parlamentê de wê pêvajoya aştiyê baştir birêve bibe û destê Kurdan xurt bike û got, "Ji bo di hilbijartinan de em destekê bidin HDP'ê pêwîstî nîne ku em HDP'yî bin. Tevî ku ez ne Elewî me jî min cihê xwe di nava damezrandina komeleya Elewiyan a li vir de girt. CHP û partiyên din ên sîstemê nikarin mafên Kurdan û Elewiyan biparêzin." Erdem bang li Kurdan, hindikahiyan û Elewiyan kir ku destekê bidin HDP'ê.