Ji YPG’ê operasyon: Zêdetirî 15 çeteyî hat kuştin

Ji YPG’ê operasyon: Zêdetirî 15 çeteyî hat kuştin

Yekîneyên Parastina Gel YPG'ê li Til Xelefê li dijî çeteyan dest bi operasyoneke berfireh pêk anî. Şervanên YPG'ê gundê Keşto ya di navbera Serêkanî û Til Xelef de rizgar kirin û zêdetirî 15 çete kuştin. Di şer de 3  şervanên YPG'ê jî birîndar bûn.

Operasyona YPG'ê duh bi şev saet di derdora 22'an de, dest pê kir.Hêzên YPG'ê ji gelek aliyan li hemberî çeteyên ji Til Xelefê êrişê Serêkaniyê kirin, dest bi operasyonê berfireh kir.

Şervanên YPG'ê gelek nokteyan komên çete dorpêçkirin û dûre jî dest bi operasyonê kirin. YPG'ê gundê Keşto, ya ku di navbera Serêkaniyê û Til Xelef de ye, ji destê çeteyan rizgar kir.

Tevş gundê Keşto, hin noxteyên stratejîk yên li di navbera Serêkaniyê û Til Xelef de jî, ketin bin kontrola YPG'ê. Şervanên YPG'ê zêdetirî 15 endamên komên çete kuştin û cenazeyên 4 çeteyan di destê YPG'ê de ne. Di encama şer de, 3 şervanên YPG'ê jî, birîndar bûn û ew rakirin Nexweşxaneya Dirbesiyê.