Ji YPG’ê li dijî komên çekdar operasyona mezin

Ji YPG’ê li dijî komên çekdar operasyona mezin

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li herêma Çelaxa li dijî komên çekdar ên girêdayî Cephet El-Nusra/El-Qaîdeyê operasyonek mezin pêk anî. Di operasyonê de herêma Til Elo û Çerxerêya Tehûnê ya li ser rêya navneteweyî ji ku ev salek bû di destê komên çekdar de bûn, ji êrîşkaran hatin paqijkirin.

Li gundên Til Elo, Elî Axa, Girhok ên girêdayî bajaroka Çelaxa ya Girkê Legê piştî êrîşên komên çekdar ên bi navê Cephet El-Nusra, Dewleta Îslamî ya Iraq û Biladî Şam û hinek komên din ên îslamî û kurd, pevçûnên di navbera van koman û YPG’ê de destpêkiribûn, di rojan 5’an de dom dikin.

Di roja 5’an hêzên YPG’ê li dijî komên êrîşkan operasyonek mezin pêk anî. Operasyon şevê din saet derdora 02.30’an de li gundê Til Elo, gundên derdora wê û Çerxerêya Tehûnê ya li ser rêya navneteweyî hate destpêkirin.   

Di operasyona ku çekên giran jî hatin bikaranîn û heta saet 05.00’an dom kir de gundê Til Elo û derdora wê, noqteya kontrolê ya Cephet El-Nusra ya li dora Til Elo bi temamî ji komên çekdar hatin paqijkirin. Ji ber ku di gund de sivîl tunebû, zirara sivîlan jî çênebû. Komên ku ji ber operasyona YPG’ê ji van deran reviyan jî li depoyên genim ên 5 kîlometre dûrî Til Elo ne bicîh bûn.

Operasyona li Çerxerêya Tehunê jî heta saet 08.00’an dom kir. Di encama operasyonê de Aşê Hewarat, çerxerê û derdora wê jî bi temamî ji komên çekdar hatin paqijkirin. Komên ji vir hatin derxistin, ber bi Til Koçer ve reviyan.

Hate hînbûn ku komên êrîşkar li aliyê rêya navnetewî ya berê xwe dide Çelaxa mayîn danîne. Hate gotin ku mayîn dinava tupên mezin de hatine bicîhkirin û bi funyeya kişandina mewziyan. Mayin ji aliyê hêzên YPG’ê ve hatin bêtesîrkirin.

Li derdora gundê Girhok jî şevê din saet derdora 11.00’an de komeke çekdaran xwest ku li ser riya Çelaxa mayinan deyne. Lê ji aliyê hêzên YPG’ê ve hatin ferqkirin û pevçûn derket. Di pevçûnê de 2 êrîşkar hatin kuştin û wesayîta wan jî hate desteserkirin.