Ji YPG’ê çalakiya bersivdanê: 7 leşker hatin kuştin

Ji YPG’ê çalakiya bersivdanê: 7 leşker hatin kuştin

Yekîneyên Parastina Gel (YPG),  di demeke ku hêzên rêjîma Bassê li dijî Taxa Şêxmeqsud topbarana xwe didomînin de çalakiya bersivdayinê lidar xist. Di çalakiyê de 7 leşkerên rêjîma Sûriyeyê hatin kuştin.

Li Taxa Şêxmeqsud a Helebê êrîşên rejîma Sûriyeyê didomin. Di encama topbaranên ku 29’ê Adarê destpêkirin de heta niha 24 welatiyan jiyana xwe ji dest daye. Herî dawiyê di topbarana duh de şervanê YPG’ê Mihemed Xelîl Îbrahîm jiyana xwe ji dest da û şervan jî birîndar bûn.

Hêzên YPG’ê ku destpêka şoreşê û heta niha parastina taxê dikin jî, hem li dijî êrîşan berxwedanê dikin hem jî çalakiyên bersivdayînê lidar dixin. Di çalakiya bersivdayînê ya duh de 7 leşkerên rêjîma Suriyê hatin kuştin.

Derbarê çalakiyê fermadariya YPG’ê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê hate gotin ku di dema parastina Taxa Şêxmeqsud de şervanekî YPG’ê jiyana xwe ji dest daye. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku yekîneyên YPG’ê jî çalakiya bersivdayinê lidar xistiye û 7 leşkerên rêjîmê hatine kurştin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên rêjîma Suriyên hewldana di noqteya kontrolê ya Elcezîrê re derbasî Taxa Şêxmeqsud bibin, lê şervanên YPG’ê bersiv daye û hêzên rêjîma Bass neçar man xwe bi paşde vekşînin.

Di encama topbaranên 5 rojan de 24 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û derdora 100 kesî birîndar bûn. Li aliê din toparana li ser Taxa Şêxmeqsud di roja 6’an de jî didome.

Hêjayê gotinê ye ku Fermandariya Herêma Helebê ya YPG’ê roja 1’ê nîsanê der barê êrîşên rejîma Baas ên li dijî taxên Kurdan Şêxmeqsud û Eşrefiyê de daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kirk u ku hêzên  rejîmê êrîşek “hovane” li dijî Taxa Şêxmeqsud pêk aniye û di van êrîşan de gelek welatî hatine qetilkirin û ziyana maddî çêbûye. YPG’ê da zanîn ku di encama çalakiya bersivdanê ya li dijî êrîşê de herî kêm 11 leşker hatine kuştin.