Ji Yildirim têkildarî pirsa ‘têkiliya we bi PYD’ê heye yan na’ pêşnûmepirs
Ji Yildirim têkildarî pirsa ‘têkiliya we bi PYD’ê heye yan na’ pêşnûmepirs
Ji Yildirim têkildarî pirsa ‘têkiliya we bi PYD’ê heye yan na’ pêşnûmepirs
Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim der barê kesên ku di protestoyên êrîşên DAIŞ’ê de hatibûn binçavkirin û di bin çavan de rastî pirsa polîsan a ‘têkiliya we bi rêxistina terorê PYD’ê heye Yan na’ pêşnûmepirs da meclîsê.
Yildirim di pêşnûmepirsa ji bo Wezîrê Karên hundir Efkan Ala bibersivîne pêşkêş kir, diyar kir ku di meha Cotmehê de li tevayî Mêrdînê di bûyerên pêk hatin û gelek welatî hatin binçavkirin û polîsan di lêpirsîna welatiyan de pirsa ‘Têkiliya we bi rêxistina terorê PYD’ê heye yan na’ kiriye û wiha got:
“Dîsa bi heman rengî li Qoserê jî kesên hatine binçavkirin rastî heman pirsan hatine û di heman dîrokê de li ser malpera fermî ya Serfermandariya Giştî ya Tirk de wek nîşeya ‘5 endamên rêxistina terorê ya PYD’ê hatine girtin’ weşandine. Welatiyekî ku di çalakiyên Mêrdînê de di destê wî de ala PYD’ê hebû hatiye binçavkirin, li gorî xala 7\2 a qanûna hejmar 3713 10 meh ceza lê hatiye birîn.
Pirsên Gulser Yildirim ev in:
1-Di destê we de der barê qedexekirina xebatên PYD an jî baskê wê yê çekdarî YPG-YPJ’ê de belgeyek fermî yan jî metneke hiqûqî heye yan na?
2-Ji aliyê wezareta we ve talîmateke we ya fermî ya ji bo yekîneyên we yên ewlehiyê û dadgehan ku PYD’ê digire nav xwe heye yan na?
3- Tevî ku 10 roj berê li Enqereyê bi Hevserokê PYD’ê Salîh Muslim re di asta fermî de hevdîtin hatin kirin, gelo ne bi nakok e ku ev pirs ji aliyê polîs û dadgehên herêmî ve tên pirsîn?