Ji Yekîtiya Hêza Demokratîk ji bo Rojava xwepêşandana hevpar

Ji Yekîtiya Hêza Demokratîk ji bo Rojava xwepêşandana hevpar

Pêkhateyên Yekîtiya Hêza Demokratîk a Elmanya li bajarê  Duisburg  ji bo êrîş û qetlîamên li Rojava protesto bikin xwepêşandaneke hevpar li dar dixin. Yekîtiya Hêza Demokratîk a Elmanya ji bo meş û mîtînga  10’ê Tebaxê roja Şemiyê dê were lidarxistin ku banga tevlîbûnê kir, da xuyakirin ku li hemberî êrîşan ligel gelê Kurd in.  

Yekîtiya Hêza Demokratîk a Elmanya ya ji sazî û dezgehên koçber ên Kurdistanî û Tirkiyeyî pêk tê ji bo piştgiriya ji gelê Rojava re li Duisburgê meş û mîtîngekê li dar dixe.  Meşa ku 10’ê Tebaxê roja Şemiyê saet 14.00’an wê li ber gara trenê ya Hauptbahnhof  destpê bike ji aliyê YEK-KOM Duisburg-Essen, ATİF Duisburg,  AGİF Duisburg, ADHF Duisburg, ODA Duisburg, Linksjugend Duisburg, DİDF û Die Linke Duisburg tê organîzekirin. Ji bo xwepêşandanê  Yekîtiya Hêza Demokratîk ev bang kir:

"Li hemberî Kurdên Rojava yên ji bo parastina xaka xwe, bersivê bidin êrîşên li hemberî  xwe û ji bo çarenûsa xwe tayîn bikin têkoşînê pêş dixin êrîş zêde bûne. Çeteyên paşverû yên ji emperyalîstan bi her cureyî piştgirî û destekê werdigirin her roj Kurdan, Elewiyan û Êzidiyan qetil dike. Em didin xuyakirin ku li hemberî êrîşên hêzên paramîlîter û çeteyên ku ji tarîtiya Serdema Navîn xwe xwedî dikin, em li cem gelê Rojava ne yên hewl didin bi gelên herêmê re di nav aştî û biratiyê de bijîn. 

Em ji hukûmeta AKP’ê ya bi her cureyî piştgiriyê dide çeteyan û zêdetir agir gur dike dibêjin ku dest ji piştgiriya van hêzan berde. Wek hêzên demokratîk ên li Duisburgê ji bo em qetlîamên li dijî Kurd, Elewî û Êzdiyan şermezar bikin di 10’ê Tebaxê de meşeke hevpar li dardixin. Em bang li we dikin ku dest bidin tevayî gelên Rojhilata Navîn ên bindest û beşdarî meşa me ya li dijî vê pêvajoya bi xwîn bibin."