Ji YEK-KOM’ê bo meşa Tamîlan piştgirî
Ji YEK-KOM’ê bo meşa Tamîlan piştgirî
Ji YEK-KOM’ê bo meşa Tamîlan piştgirî
Di 18’ê Gulana 2009’an de qirkirina li dijî Tamîlan pêk hat li bajarê Dusseldorf a Almanyayê hat şermezarkirin. Piştî meşê parlementerê berê yê parlamentoya NRW Alî Atalan û hevseroka YEK-KOM’ê Hamîde Akbayîn diyar kirin ku kurd piştgiriyê didin têkoşîna azadiya Tamîlan.
Artêş Srî Lanka di 18’ê Gulana 2009’an de têkoşîna serbixwe ya gelê Tamîlan bi xwînê rijandinê çewisandibû. Bi dehezaran Tamîlî bi awayekî hovane hatin qetilkirin û ev hê jî wek qirkirinê nayê qebûlkirin. Gelê Tamîlê li gel vê komkujiyê ji mafên xwe dest berneda û li dîasporayê ji bo ku 18’ê Gulanê neyê jibîrkirin û kujer li Dadgeha Mafê Mirovan a Navnetewî hesab bibin têkoşînê dimeşînin.
Di salvegera komkujiyê de roja şemiyê li bajarê Dusseldorf a Almanyayê çalakiyeke protestoyî pêk hat. Du hezar kesê ku çekên xwe girêdan ji ber îstasyona trenêya Dusseldorfê heta ber Parlamentoya Eyaleta Westîfalya ya Ren a Bakur meşiyan. Bi taybet jinan eleqeyeke mezin nîşan dan. Piştî meşê li ber nûneriya NRW mîtîngek pêk hat.
HER BAŞ KURD TAMÎLAN FÊM DIKIN
Parlamenterê berê yê NRW Alî Atalan û hevsroka YEK-KOM’ê Hamîde Akbayir axaftin kirin. Siyasetmedarên kurd diyar kirin ku dê gelê kurd piştgiriya xwe ya bo Tamîlan her tim bidomîne û got têkoşîna Tamîlan dişibe ya Gelê kurd. Akbayîr wiha got: “Her du gel jî bo heman daxwazan têkoşînê dimeşînin. Gelek mîlîtanên xwe yên bi nirx wenda kirine. Êşa Tamîlan herî baş kurd fêm dikin. Ji ber ku kurdan jî heman êş parvekirine. Em jî piştgiriya bo wan peywira sereke dibînin.”