Ji YE û IMF’ê bo Qibrisê 10 milyar euro alîkarî

Ji YE û IMF’ê bo Qibrisê 10 milyar euro alîkarî

Fona Pere ya Navnetewî û Herêma Euro (IMF) vê sibê di plana xilaskirina Qibrisê de li hev kir. Ji bo ku Kirbris ji krîza borî xilas bibe, biryar hat dayîn ku herî zêde 10 mîlyar Euro alîkarî bê dayîn. Li beramberê vê jî, dê bacên banqeyê bên bilindkirin û 6 milyon euro bê qezenckirin.

Qibris bû 5’emîn welatên herêma euro ya ku ji alîkariya navnetewî fêdeyê digire. Alîkariya bo Qibrisê hatiye kirin, ji sed milyar euro ya Yewnanîstanê, ji deh milyar euro ya Portekîzê kêmtire.

IMF ji bo alîkariya ku dike, şertê ku divê ji banqe zêde bacê bidin danî holê. Li gorî hesabên hatine kirin, bacên ji banqeyan bê berhevkirin dê 5.8 milyar euro bîne.

Rayedarên Qibrisê biryara cemidandina hesabên banqeyê da.  Her wiha ji bo ku pêşî li kişandina pereyên mezin bigire, qanûn amade kir.

Rayedarên YE û IMF’ê diyar kirin ku tu cezayekî hiqûqî tê li Qibrisê pêk neynin û ji bo ku krîzê derkevin piştgiriyê didinê.  Serokê IMF’ê Chrîstîne Lagarde jî got, çareserî bo berjewendiyên aborî yên Qibrisê ye û mayînde xuya dike.

Li gorî agahiyên ne fermî IMF dê milyarek euro bide Qibrisê.