Ji xwendekarên Bedlîsê hişyariya ‘provakasyona polîsan’

Ji xwendekarên Bedlîsê hişyariya ‘provakasyona polîsan’

Xwendekarên Zanîngeha Eren a Bedlîsê, xwendekarên Bedlîs û navçeyên wê, êrîşên polîsan yên li hemberî gel şermezar kir û ji bo provakasyonên polîsan hişyarî kir.

Xwendekaran li ber kampusa zanîngehê daxuyanî dan û  diyar kir ku polîs di pêvajoya çareseriyê de di nava helwestek kêfî de û gotin zextên polîsan ji zanîngehan bigirin heta kolanan û taxan didome. Xwendekaran hişyar kirin ku provakasyonên pêk bên ji polîsan dê biqewimin.

Xwendekaran anî ziman ku ew êdî hînê zextên polîsan bûne û got:“Em bi pêvajoya çareseriyê re li bende nêzîkatiyeke nermtir bûn. Lê berovajî vê van zextan xwe zêdetir daye hîskirin.

Pêvajoya li Tirkiyeyê hatiye destpêkirin didome. Di serî de li Bedlîs û navçeyên girêdayê wê xwendekar û gel rastî tahrîk, şopandin û tacîza polîsan tên. Ji bo ev pêvajoya baş bimeşe em hewl didin. Lê polîs hema hema her roj li kolanan li taxan me dişopînin. Ji ber provakasyonên polîsan fikarên me hene. Polîs li gor xesasiyeta pêvajoyê tevnagere.”