'Ji wan nayê ku berxwedana bi rûmet a Efrînê bişikînin'

Kurdistaniyên li Elmanyayê dijîn li gelek bajaran dakeitn qadan û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê çalakî li dar xistin. Çalakgeran gotin, "Ji wan nayê ku berxwedan abi rûmet a Efrînê bişikînin."

Kurdistaniyên li Elmanyayê dijîn li gelek bajaran dakeitn qadan û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê çalakî li dar xistin. Çalakgeran gotin, "Ji wan nayê ku berxwedan abi rûmet a Efrînê bişikînin."

NURNBERG: Li bajarê Nurnbergê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, Kurdistanî meşiyan. Meşê li Aûsesplatze dest pê kir û têkiliyên SPD/Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Sîgmar Gabrîel ên bi dewleta Tirk re hatin şermezarkirin. Piştî xwepêşandana protestoyî ya li ber avahiya SPD'ê, çalakger heta ber konsolosxaneya Tirk meşiya. Li vir daxuyaniyek hate dayin û bal hate kişandin ser armanca dewleta Tirk a ji bo hilweşandina kantonên gel ên demokratîk. Di meş û mîtîngê de li ser mijarê gelek belavok hatin belavkirin.

GÎESSEN: Konê agahdarkirinê yê li bajarê Gîessenê ku berî niha bi çar rojan bi dirûşma "Tu jî bibe dengê Efrînê" hate vedan, bi meşekê qediya. bi sedan kesên tevlî çalakiyê bûn destek dan berxwedana Efrînê. Qisekeran dan xuyakirin ku wê ji niha û pê ve hê bi xurtî bibin dengê Efrînê.

SAARBRUCKEN: Ji bo xwedîderketina li berxwedana Efrînê Kurdistanî û dostên wan li qadan bûn. Çalakî bi pêşengiya NCDK'ê li ber Europa Galerîe pêk hat. Di meşê de dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" hate qîrîn û li ser êrîşên dagirkeriyê belavok hatin belavkirin. Piştî meşê mîtîngek hate lidarxistin û bi navê NCDK û PYD Saarlandê daxuyanî hate dayin. Di daxuyaniyê de bêdengiya welatên Ewropayê hate şermezarkirin û işaret bi girîngiya piştevaniya navneteweyî hate kirin.

HAMBÛRG: Kurdistanî bi pêşengiya ciwanan li Hambûrgê li dijî dagirkeriya Tirk meşiyan. Meşê li ber HBF a Hambûrgê dest pê kir û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî YPG/YPJ" û "Bijî berxwedana Efrînê" hatin qîrîn. Meş bi mîtîngeke mezin qediya. Wekî din bi banga Platforma 'Pitşevaniya Efrînê' ku ji 34 saziyên li Hambûrg^epêk tê, li Hacmannplatzê ji bo Efrînê bi beşdariya bi sedan kesî çalakiyek hate lidarxistin.

STÛTTGART: Kurdistanî bi heman armancê li Stûttgartê jî ji Laûtenschlager Strasseyê dest bi meşê kirin. Şoreşgerên Elman jî destek dan meşê. Piştî meşê li meydana Schloss Platzê ku 36 roj in konê agahdarkirinê lê vediyaye, mîtîng hate lidarxistin.

HALLE SALLE: Li bajarê Halle Salle çalakiya ji bo şermezarkirina dewleta Tirk hate lidarxistin û pankata bi nivîsa "Kujer Erdogan" hate hildan. Çalakgeran rûyê dagirkeriyê yên dewleta Tirk careke din teşhîr kirin.

FRANKFÛRT: Li Frankfûrtê di meş û mîtîngê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. Nêzî hezar kesên ji Offenbach, Hanaû û derdora wê tevlî meşê bûn. Girseya gel bi pankartên bi nivîsa "Li Kurdistanê komkujî heye", "Bijî berxwedana Efrînê" û ala kesk, sor û zer a ji 30 metreyî ji HBF heta meydana Alte Operê meşiyan. Li vir mîtîng hate lidarxistin û ji bo çalakiyên li dijî komkujiyên dewleta Tirk tên lidarxistin banga tevlîbûnê hate kirin.

KONSTAZ: Bi banga Dîe Lînke û Platforma Efrînê li bajarê Konstazê ji bo Efrînê çalakiyeke girseyî hate lidarxistin. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên Elman ji Munster Platzê dest bi meşê kirin û dirûşma "Panzerên Elman ji Efrînê bicehimin" li navenda bajêr meşiyan. Bi navê dîe Lînke daxuyanî hat dayin, şerê li Efrînê hate şermezarkirin û hate gotin ku wê heta dawiyê piştgiriyê bidin Rojava û Efrînê.