‘Ji vî cezayî serokwezîr berpirsyare’

‘Ji vî cezayî serokwezîr berpirsyare’

Rojnameger Necatî Abay ku rastî 11 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat got: “Serokwezîr Erdogan ji vî cezayî berpirsyare.”

Berdevkê Platfoma Piştevaniya Bi rojanamegerên girtî re Necatî Abay ji ber cezayê lê hatibû birîn neçare li devreyê welat bijî, ji aliyê Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê ya 12’emîn ve rastî 11 sal û 3 meh ceza hat.

Abay bi daxuyaniyek nivîskî bertek nîşanê ceza da û got: “Ez 10 salan hatin darizandin û ligel ku tu delîl jî tunebû  bi îdiaya ku endamê rêxistinê me 11 sal û 3 meh ceza l imin birîn. Dadgehê qedeya devreyê welat da û biryara kontrola edlî sa.

JI NÛVE DARIZANDIN TIŞTEK NEGUHERT

Atay got ku 9’emîn Daîreya Cezaya Dadgeha Bilind  18 sal û 9 meh cezayên ku dadgeha herêmî dabû zêde dît û xwest ji endamtiya rêxisinê ceza bê dayîn û got: “Darizandin nûve hat kirin. Lê tiştek neguherî.  “

Abay, serokwezîr Erdogan ji cezayên kul ê hatiye birîn berpirsyar dît û got: “Erdogan di 7’ê Adara 2012’an de di tv yan de nav dan û   lîsteya TGDP’iyan hatibû amadekirin û sûcdar kiribû. Ji ber vê faliyeta Erdogan dadgehan biryar da.”