Ji TRT’ê gotinên sosret: Gera li kolanê ya jinên ducanî bêterbiyetî ye!
Ji TRT’ê gotinên sosret: Gera li kolanê ya jinên ducanî bêterbiyetî ye!
Ji TRT’ê gotinên sosret: Gera li kolanê ya jinên ducanî bêterbiyetî ye!
Omer Tugrul Înançer ku di bernameya fitarê ya TRT 1’ê de axivî bi gotinên xwe yên skandal yên wekê ‘jinên ducanî nekarin li kolanê bigerin’ rastî bertekên tund hat.
Parêzer Omer Tugrul Înançer ku tevli bernameya bi navê ‘Ramazan Sevîncî’ ya di TRT 1’ê de tê weşandin de bûn, bi gotinên xwe yên qirêj jinên ducanî kir hedef.
Înançer gotinên xwe wiha domand: “Bi def û zirneyê îlankirina ducanîbûnê ne li gorî terbiyayê me ye. Bi vî zikî li kolanê ger ne di cih de ye. Beriya her tiştî ne estetîke. Ancax dikare bi wesayîta hevserê xwe jib o hewa girtinê hinek bigere. Her wiha dikarin berbi êvaran derkevin. Maşela niha yên bi bas û yên bê bast li televîzyonan difirin. Ev eybe. Ev ne realîzme. Navê vê bê terbiyetî ye.
Ya herî balkêş jî ev bû ku pêşkêşvanê bernameyê bi gotina ‘xwedê ji te razî be’ piştgirî da gotinên wî.
Gotinên Înançer di çapemeniya civakî de rastî bertekan hat. Otekîlerin Postasi ji ber van gotinan xwest TRT ceza bide Înançer.