Ji Tetwanê alîkarî ji bo Rojava û Şengalê hat şandin

Ji Tetwanê alîkarî ji bo Rojava û Şengalê hat şandin

Li Tetwanê, alîkariya xurekê ya ji 2 kamyonan ku di çarçoveya kampanya alîkariyê ya HDP û DBP'ê ji bo Rojava û Şengalê dan destpêkirin de hat komkirin, ji herêmê re hat şandin.

Di çarçoveya kampanya alîkariya bi Şengal û Rojava re ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) dan destpêkirin, 2 kamyon alîkariya ji madeyên xwarinê ji Tetwanê ber bi herêmê ve hat şandin.

Alîkarî ji aliyê Serokê Rêxistina HDP'ê ya Bedlîsê Hamza Ozkan, Koordînasyona Alîkariya bi Rojava re ya Tetwanê û Komeleya Xizmetên Olî ya Tetwanê hat komkirin. Der heqê alîkariya hat komkirin de li navenda koordînasyonê daxuyaniyek hat dayîn. Ozkan diyar kir ku wan beriya niha jî alîkarî şandine û got, "Gelê me tevî derfetên xwe yên kêm jî bi hemû hêza xwe piştevaniya gelê Şengal û Rojava kir û alîkariya ji aliyê gelê me ve hatiye dayîn, em niha dişînin. Ji ber vê seferberiya hatiye nîşandan, em ji gelê Tetwanê re spas dikin."

Ji endamên Komeleya Xizmetên Olî ya Tetwanê ku destek da kampanyayê Îbrahîm Erol jî da xuyakirin ku Misilmantî ferz dike mirov li cem mirovên rastî zilmê hatine cih bigirin û anî ziman ku divê ji bo gelê Rojava û Şengalê bêtir alîkarî bê komkirin.

Piştî axaftinan 2 kamyon ji alîkariyê ber bi Şengal û Rojava ve ketin ser rê.